IraqNûçeRojhilatanavin

Alûgorên vê dawiyê yên operasyona azadkirina Mûsilê

Dayira rawestana li ber terorîzmê ya Iraqê ragihand ku ji dema destpêbûna operasyona azadkirina Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê nêîzkî sedî 60 ê parêzgeha Neynewayê ji destê endamên terorîst hatiye azadkirine.

 Li gorî rapora roja sêşemiyê ya televîzyona Al-Alamê, hêzên iraqî bi pêşdeçûna  li mêhwera başûrê rojhilata  Mûsilê û bi azadkirina 64 gundan gihêştine 4 km a vî bajarî.

Li mêhwera başûrê Mûsilê hêzên iraqî ji bakurê taxa Hemam El-Îlê bipêşdeçûnên xwe domandine û gundê Qebr El-Ebdê tam ji destê terorîstan derxistine û gihêştine 5 km ya balefigeha Mûsilê.

Hêzên pêşmergê kurd jî li bakurê Mûsilê karîn ji sê mêhweran derbasî nav bajarê Başîqê bibin û vî bajarî ji destê terorîstên DAIŞê azad bikin.Li bereya rojava Mûsilê hêzên iraqî karîn gundê Hewîce El-Hesanê li başûrê rojava  Mûsilê ji destê DAIŞê azad bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu