IraqNûçeRojhilatanavin
Mûsilê de bajaroka stratejîk Hamam Elî ji rêxistina terorîst DAIŞê paqij kirine

Fermandarê Polêsên Federal Şakir Cevdet bi daxuyaniyek nivîskî diyar kir ku hêzên wan bajaroka Hamam Elî bi tevahî kontrol kirine û ala xwe li bajarokê çikandine.
Fermandarê Operasyona Nînovayê Abdulemir Reşid Yarulla jî pişt rast kir ku Polêsên Federaş û Artêşa Îraqê bajarokê bi temamî rizgar kirine. Fermandarê hevpar yê Nînovayê General Necîm Cûbûrî jî eşkere kir ku niha li 3 taxên navenda Mûsilê şerên dijwar diqewimin (BANGÊ ÎSLÂMİ)