IraqNûçeRojhilatanavin

Nakokiya navbera Heşdi Şeibî û emerîkiyan li bara operasyona din li Iraqê

Sekreterê giştî yê Rêxistina Bedrê ji grûpên herî giring ku li Iraqê li şerê dusalî li dijî DAIŞ`ê rawestaye got ku ser vê bawerê ye ku Mijara sereke opersyona tê li dijî DAIŞê El-Hevîcê ye û li vê barê bi emerkiyan re pirsgirêka wê heye ku ser vê bawerê ne ku ewilî divê herin Mûsilê.

 Hadî El-Amêrî roja înê li gotûbêja  taybet bi nûçegihanê IRNA`yê re,  li navça  Cizîra Xalidiyê li bersiva vê pirsê ku gelo armanca din li kû ye? got: `Bi bawera min El-Hewîce li başûrê rojavaya Kerkûkê ji hêla ewlehiyê va pir giringtir ji Mûsilê ye û ji vê babetê va em tim ji dûhatên nerênî yên hizûra DAIŞ`ê li vê navçê  derbeyan dibînin û ji ber dûhatên nerênî yên paqijnekirina endamên wê komê li Samerra û Beledê li Selahedînê, parêzgeha  Diyalê û derdora Bexdayê rencê dikişînin.

Wî bal kişand ser vê yekê ku rêveberiya operasyona xwekijî bi trimbêlên bombekirî û operasyona siwarkirina bombeyê û planên terorîstî li vî bajarî pêk tên û got: Li ser vê esasê bi raya min destpêkê divê operasyona azadkirina Hevîcê pêk were.

Wî her wiha got : Navçeyên  giring ên din ên mîna  Girava Hîtê li rojavaya parêzgeha  Enbarê  hene ku ji Elbûesafê heya  Hedîsê didome  ku ji hêla ewlehiyê anegorî Mûsilê ji hêla eskerî va li girîngtir in. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu