
Duh Partiya Demokrat a Amerîkayê ji bo hevrikiya serok Donald Trump a di hilbijartinên serokatiya Amerîkayê de Joe Biden wek bernamzet hilbijart. Hilbijartinên serokatiya Amerîkayê di 3’yê Mijdarê de dê li dar bikevin.
Wek dihat pêşbînkirin, di roja duyemîn a konferansa nîştimanî ya Partiya Demokrat de, piraniya endamên Partiya Demokrat ji bo cîgirê serokatiyê yê berê Joe Biden deng da.
Her du serokên berê Jimmy Carter û Bill Clinton di konferansekê de serokê heyî Trump di demekê de ku li welat aloziya aborî û tenduristî ya xeternak heye, bi belavkirina aloziyê tawanbar kir.