FilistînNûçeRojhilatanavin

Natanyahû: Em jibo êrişa berfire ser Zîvala Gezzê amade ne

Serokwezîrê Rêjîma Sîyonîst ragihand ku ev rêjîma xwe jibo êrişa berfire ser Zîvala Gezzê di dema pêwîst da amade dike.

Serokwezîrê Rêjîma Sîyonîst Benyamîn Natanyahû piştî civîna kabîna ewlehîyê ya wê rêjîmê idia kir ku Artêşa vê rêjîmê amade ye ku heke pêwîst be êrişî Zîvala Gezzê bike.

Gotinên Natanyahû derbarê amadebûna Rêjîma Sîyonîst jibo êrişa berfire ser Zîvala Gezzê di halekî da ne ku vê rêjîmê di pevçûnên vê dawîyê da nekarîye zêdetir ji çend rojan himberî êrişên bi rokêtan ên Hêzên Berxwedanê li ber xwe bide.

Di babeta herîdawîyê ya şerê di navbera Rêjîma Sîyonîst û Hêzên Berxwedanê yên filistînî li Zîvala Gezzê di destpêka meha Gulanê de, Rêjîma Sîyonîst di halekî da ku 4 roj ji destpêka şêrr derbas bibûn ji Misrê xwest ku jibo rawestandina êrişên bi rokêtan ji Zîvala Gezzê û agirbesê navbeynkarîyê bike.

Başa dön tuşu