IraqRojhilatanavin

Navça El-Ubeydî li rojhilata El-Qaimê bi awayê tam û tekûz hat azadkirin

Çavkaniyên ewlehiyê yên Iraqê li bara azadkirina tam a navça El-Ubeydiyê li rojhilata bajarê El-Qaimê li rojava vî welatî agahî dan.

 Li gorî rapora Fars Newsê, û ji zarê El-Minarê, hêzên iraqî îro karîn ku  navça  El-Ubeydiyê li rojhilata  bajarê Qaimê ya parêzgeha Enbarê tam  ji lepê DAIŞ`ê derxînin.

Duwem qonaxa  operasyona  hêzên ewlehî û Heşda Şebî jibo azadkirina  bajarê Qaimê li rojava  Enbarê îniya buhurî bi piştgiriya  hêza hewayî ya Iraqê destpê bûye û tim didome.

El-Qaim ku ji dawîn  meqerên DAIŞê li sînorên  navbera Sûriyê û Iraqê ye parêzgeha  çolê ya Enbarê tê hesabê û   ji ber coxrafiyaya vî bajarî ev îmkana bo DAIŞê heye ku wê bizeliqîne  navçên  bin kontrola xwe li El-Bûkemalê.

Başa dön tuşu