IraqNûçeRojhilatanavin

Navça Kesk li navenda Bexdayê ewlehtir dibe

Çavkaniyeka eskerî li Iraqê li bara cihanîna plana nû ya ewlehiyê bona dabînkirina ewlehiya navça Kesk li navenda Bexdayê agahî da.

Li gorî rapora ISNA`yê, li gor nivîsa rojnama  El-Erebî El-Cedîdê û ji zarê vê çavkaniya ewlehiyê, cihanîna  plana dabînkirina  ewlehiya navça Kesk û parastina wê li hember mûşek û hawanên Morter bona girtina pêşiya qewimîna  her cure êrişên din destpê bûye ku ya dawiyê li nêzîkî balyozxana  Emerîkayê li Bexdayê qewimî.

Çavkaniya hanê her wiha raghand: Hevahengiya bi îstên lêgeriyê yên dayim  cih hatine û asta  hişyariyê bi giştî zêde bûne. Ev plana  di eynî demê de bin çavdêriya  şexê serokwezîr de ye.

 Li gorî gotina vê çavkaniyê, ev plana  ku têde bi sedan kes ji hêzên ewlehiyê beşdar bûne bi tenê  taybetî operasyona  çavdêriyê nîne belkî hevahengî û hewldana îstixbaratî yên  bêrawestan û berdewam bona naskirina  her cure  kirayreke  bi şik digre ber xwe.  Hevkariyek jî bi xelkê Bexdayê re  bona  rapora ser her cure liv û tevgreka bi şik heye. Helîkopterên  iraqî jî operasyona  çavdêriya hewayî cih tînin.

 Vê çavkaniya ewlehiyê raghand: Ev plana  operasyona  lêgeriyê li hejmarek ji navçên rojhilata  Bexdayê digre ber xwe û heya demeka nediyar ev plana  cih tê.

Fermandên ewlehiyê ferman dane erkdarên geştlêdanê li hember her aliyekê ku  li dijî qanûnê reftarê dikin bi micidî bisekinin. Ev plana her wiha  cizakirina  efseran jî digre ber xwe.

 Tîma medyayî ya ewlehiyê ya Iraqê pêştir li bara  avêtina  mûşeka  Katyûşayê bo nêzîkî balyozxana  Emerîkayê li navenda  navça Kesk agahî dabû.

Başa dön tuşu