AsyaNûçe

Li Çînê di nava kevirê kareban de fosîlekî 99 milyon sal hat dîtin

Li gorî lêkolîneke li Çînê, li ser kevirê kareban fosîlê dûvê dînazorekî 99 milyon sal hate dîtin.

Li gorî encamên lêkolîna ku li ser govara bi navê Current Biologyê hatine weşandin, Şing Lidayê ji Zanîngeha Zanistên Erdî ya Çînê ku bi grûbeke lêkolînerên navneteweyî re pêk anî, di nava kevirê kareban ku sala borî ji bazareke Myanmarê kerîbû de fosîlê dûvê dînazorekî bi pirtik hat dîtin. Herwiha li gorî nûçeya China Dailyê, lêkolînerê çînî şopa kaneya kevirê kareban ku hatibû derxistin şopand û cara yekemîn e ku di nava kevirê kareban de perçeyê dînazorekî tê dîtin. Li gorî encamên testê emrê fosîl 99 milyon sal e û aîdî serdema Mesezoika navîn e.

Pirtikê dûvê fosîlê ku di kevirê kareban de hatiye dîtin 3.85 santîmetroye û li gorî lêkolîneran dirêjahiya dînazorê xwediyê vî pirtikî derdora 18.5 santîmetroyî ye. Şing Lida jî di derbarê mijarê re de got: “Dibe em di kevirên kareban ên din de jî fosîlê dînazoran an jî fosîlên şênbûniyên serdema antîkê bibînin.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu