CîhanEfrîqaMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Navenda Kontrola Tenduristiyê a Nijeryayê ji ber şewba menenjitê heta niha 745 kesan jiyana xwe ji dest daye

Li gorî daxuyaniya nivîskî a navendê nexweşiya menenjite a li bakurê welêt heta niha bi sedan kesî jiyana xwe ji dest da.

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Heta 17ê Nîsanê 8 hezar û 57 kesan ji ber menenjite serî li nexweşxaneyan dane û 745 kesan ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest daye.”

Ji aliyê din ve Wezîrê Tenduristiyê Isaac Adewole ji ber şewba ku ji 36 parêzgehan li 26ê wê belav bûye banga civîneke lezgîn kir.

Tê gotin ku ji bo rawestandina şewbê pêdivî bi milyonek dolar pereyan heye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu