ÎranNûçeRojhilatanavin

Necefî: Aliyên din ên rêketinnama navokî erkên xwe bibaşî cih naynin

Nunerê dayim ê Komara Îslamî ya Îranê li Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê bal kişand ser vê yekê ku cihanîna tam a berpirsiyariyên aliyên rêketinnama navokî meseleyeke bingehîn jibo vê hevhatinnameya navneteweyî ye û destnîşan kir: Emerîka tenê wextekê dikare behsa cihanîna rêketinnama navokî bike ku pêsipartên xwe cih bîne.

Riza Necefî, roja çarşemiyê li civîna  demsalê ya konseya  hukimdarên  Ajansa Navneteweyî ya  Enerjiya Atomê bal kişand ser dewama cihanîna  berpirsiyariyên  rêketinnama navokî ya Komara Îslamî ya Îranê ku jibo cara çendan ji aliyê ajansê ve  hatiye piştrastkirin û destnîşan kir: Cihanîna  berpirsiyariyên  aliyên dine rêketinnama navokî tim  meriv qayiîl nake.

Necefî bal kişand ser vê yekê ku  Komara îslamî ya Îarnê bi hişyarî cihanîna berpirsiayriyên  aliyên rêketinnama navokî hildikole û got : Welatên  5+1ê li cihanîna rêketinnama navokî bi nêta xêrê û di rewşa tam kêrhatî li gorî hurmeta dualî  û xwe dûrkirina ji  her cure kiryara  ne li gor  naverok, rih û  armanca rêketinnama navokî ku cihanîna wê ya serketî lawaz bike ,berpirsiyeriyeke tam  zelal hene.

Nunerê dayim ê Îranê li Ajansa Navneteweyî ay Enerjiya Atomê her wiha  ser dijberiya  tam a Îarnê li hember danîna  lêzanînên  veşartî li raporên  ajansê û pêwîstiya  parastina lêzanînên hanê îdiayên  nunerê Rejîam siyonîstî li civîna konseya  hukimdaran  bersivand  û destnîşan kir: Rejîma bi deh kumikên navokî, xebata veşartî û dervey  padimanê jibo girtina pêşiya  girêdana peymana  rêketinnama navokî er karek kiriye û niha  li bara rêketinnama navokî dilgiraniya wxe nîşan dide  ku eva titeke pêkenî ye .

Riza Necefê got : Rejîma Îsraîlê nikare  bi van cure îdiayana  bernama  çekên navokî û neqanûnî ku xetereke arstîn  jibo aşitî û ewlehiay navçê û anvneteweyî ye binuxumîne.

Nunerê Rejîma Siyonîstî li civîna  konseya  hukimdarên  Ajansa Navneteweyî îdiayên  pûç ên vê rejîmê li dijî bernama biaşitî ya navokî ay Îranê dubare kir û fukara xwe li bara hevhatinnameya  navneteweyî a navokî dabû xûyanê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu