IraqNûçeRojhilatanavin

Nêçîrvan Barzanî: Em li dû gotûbêja ciddî bi Bexdayê ra ne

Serokê rêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê daxwaza gotûbêja ciddî tev Bexdayê ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî kir.

Serokê rêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqê, Nêçîrvan Barzanî roja Duşemiyê li civîneka çapemeniyê li Hewlêrê got: “Pirsgirêk û kêşeyên digel dewleta navendî ya Iraqê bi rêya diyalogê dê bên çareserkirn“.

Barzanî bal kişande ser vê yekê ku niha hewcetî bi yekîtî û çalakiya hevpar heye û got: “Hejmara awareyên Kerkûk û Tûzxormatû gihîştiye 150 hezar kesî û gotûbêjên digel Rêxistina Neteweyên yekbûyî (NY) ji bo raberkirina alîkariyên pêwîst pêk hatine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu