Neqewiyê- Huseynî: Emerîka û Erebistan li kuştina Xaşuqçî bi hev re hevaheng bûn
Endamê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derve ya meclisa şêwra Îslamî ya Îranê, kuştina Cemal Xaşuqçî rojnamevanê rexnegirê Rejîma Siûdî bûyereke bi xof nirxand û got: Emerîka û Erebistan li kuştina Xaşuqçî bi hev re hevaheng bûn.
Seyd Huseyn- Neqewî Huseynî, li gotûbêja bi Îran Pressê re destnîşan kir: Helwesta Emerîkayê li bara kuştina rojnamevanê rexnegirê siûdî bûye qebaheteke navneteweyî bo vî welatî.
Nesrullah Pêjmanfer endamê komîyona çandî ya meclisa şêwra Îslamî ya Îranê jî roja çarşemiyê li gotûbêja bi Îran Pressê re got: Sinaryoya kuştina Xaşuqçî tam hatibû plankirin.
Pêjmanfer bal kişand ser azadiya axiftinê ya herêkêm li Erebistanê û got: Kiryarên tam û tekûz a navneteweyî û bêparkirin û mehrûmkirinên bibandor pêwîst e da ku Erebistan nekarbe rehet ji vê meselê drebas bibe.
Cemal Xaşiqçî roja 2ê Cotmeha 2018an piştî derbasbûna nav konsolxaneya Erebistanê li bajarê Istenbûlê ji bo tomarkiirna fermî ya Zewaca xwe, wenda bû.
Erebistan piştî derbasbûna nêzî sê hefteyan ji bûyera kuştina Xaşiqçî li konsûlxana vî welatî ya li Stenbola Tirkiyê, şemiyê 20`ê Cotmehê li xwe mukur hat ku rojnamevanê Waşîngton Postê kuştiye.