Artêşa Sûriyê navçeya Madeniyê li başûrê Şamê azad kir

Artêşa Sûriyê di dewama pêşdaçûnên xwe yên vê dawiyê li başûrê şamê îro anku şemiyê taxa madeniyê li navçeya El Qedemê aza kir.
Li gorî rapora IRNAyê, çavkaniyênn meydanî ragiahndin ku artêşa Sûriyê bi piştgiriya hêzên Bereya Berxwedanê bi pêşdaçûna xwe li başûrê Şamê, taxa Madeniyê li navçeya El Qedem Hecer El eswedê rizgar kirin.
Artêşa Sûriyê îro baregeh û çeperên koma têrorîst û tekfîrî ya DAIŞê û komên din ên têrorîst li navçeya Hecer Eswed û Kampa Yermûkê li başûrê paytextê xistin bin êrîşên giran ên mûşekî, topxane û êrîşên hewayî ku di encamêî da bi dehan têrorîst hatin kuştin.
Artêşa Sûriyê di heyama du rojên bihurî da bi pêşdaçûna xwe li navçeya Hecer Eswedê şebekeya tûnêlên ser bi têrorîstan û avahiyên navçeya El Meamilê li başûrê Şamê rizgar kirin.
Êrîşên artêşa Sûriyê û hêzên Bereya Berxwedqanê piştî bê encam mayîna gotûbêjan ji bo derketin akomên têrorîst ji navçeya Hecer Eswedê û Kampa Yermûkê li başûrê Şamê ji 10 rojan beriya niha va dest pê bûn.
Navçeya El Qedemê yek ji navçeyên kevin û qedîmî li başûrê payetxta Sûriyê ye ku taxên Kefer Sûse, Elê Meze, Sebîne, Dariya û Hecer Eswedê li derdora wê ne û wek dergeha başûrî ya Şamê tê hisab.
Qeyrana Sûriyê ji sala 2011an va bi êrîşa berfireh a komên têrorîst ên bin sîvbana piştgiriya Erebistan, Amerîka û hevpeymanên wan welatan her wiha Rêjîma Siyonîst ji bo hilweşandina dewleta qanûnî ya Bişar Esedê serokomarê Sûriyê dest pê bûye