ÎranNûçeRojhilatanavin

Nerazîbûna Îranê li hemberî bijartina nunerê Israîlê wek cîgirê serokê Civata Giştî ya NY

Êshaq Alêhebîb nunerê Komara Islamî ya Îranê li NY li hemberî bijartina nunerê Israîlê wek cîgirê serokê Civata Giştî ya NY nerazîbûna xwe nîşan da.

Li gorî rapora nûçegihanê SAHAR TV, Êshaq Alêhebîb cîgirê nunerê Îranê li NY şeva buhurî got: Rêjîma Israyîlê ti wexta dostê NY nebûye û sîyasetên dijî mirovantîyê yên sîyonîstan jibo hemî cîhanê eyan û aşkira ne.

Rêjîma Sîyonîst guh nade biryarnamên Konseya Ewlehîyê ya NY û bertekên cîhanî li hemberî çêkirina bajêrokan û  dagirkirina warên filistînî kavilkirina mal û warê filistînîyan û kuştina wan li erdên dagirbûyî didomîne.

Di vî halî da êxsîrên filistînî yên hepsî li zîndanên Rêjîma Sîyonîst da ku ji 17`ê Nîsanê va bi nîşana nerazîbûna li hemberî kiryarên nijadperestane yên vê rêjîmê ketine grevê, greva wan ket roja 41`ê.

Sazîya Çavdêra Mafên Mirovan jî bi şirovekirina kiryarên nijadperestane yên Israyîlê ragihandîye neqşeyên şaredarîya Qudsa dagirbûyî nîşan didin ku Rêjîma Sîyonîst bi her şêweyekê hewl dide ta ku filistînî li Qudsê kêmîne bin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu