ÎranNûçeRojhilatanavin

Nerazîbûna Îranê li hemberî pejirandina biryarnama Civata Giştî ya NY li dijî Îranê

Nunerê Îranê li NY, pejirandina biryarnama li dijî Îranê li Civata Giştî ya NY têkildarî mafên mirovan şermezar kir.

Xulamhisên Dêhqan sefîr û nunerê Îranê li NY îro dema şirovekirina biryara Civata Giştî ya NY li dijî Îranê ya bi navê L-25`ê ku li warê mafên mirovan rexneyan ji Îranê digire, pêkutî kir ku vê biryarnamê careka din derewa idiakirên xwebinavkirî yên berevanîya ji mafên mirovan îsbat kir.

Civata Giştî ya NY roja duşemê biryarnameyek ku Kanda piştgirê sereke yê wê bû, li dijî Komara Islamî ya Îranê pejirand.

Li vê biryarnamê, Komara Islamî ya Îranê li warê bikaranîna işkencê, asta jorîn a îdamkirinê, bisînorkirina azadîya kombûnê, cihêkarîya li dijî jinan û kêmîneyên mezhebî hatîye tawanbarkirinê.

Nunerê Îranê li NY herwiha pêkutî kir, nabe biryarnamên bi vî rengî yên alîgirane li dijî Îranê bên pejirandinê, Kanada jî ku mafên xelkê xwecî û postreşan binpê dike, baş vê rastîyê dizane. Bi vî awayî, ev welatana netenê mafên mirovan binpê dikin belkî di bin sîya parastîbûnê da, cinayetên xwe li dijî gelê bê guneh didomînin.

Dêhqanî herwiha got: Li vê biryarnamê tenê bi yek hegerî navê Îranê hatîye, ew jî ji ber wê ye ku Têhran naçe bin barê zexta sîyasî ya amadekirên vê biryarnamê.

Wî pêkutî kir, birastî cida ji têbînîyên sîyasî, vê biryarnamê tu bingeh û hitbarek tineye.

Nunerê Îranê li NY li ser rêzgirtin û berfirekriina mafên mirovan sekinî û got: Mideha 40 salên buhurî da, gelê Îranê bicaran li hilbijartinan pişkdar bûne û çarenûs û pêşeroja welatê xwe li warên navxweyî û navnetewî kifş kirine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu