ÎranMirovê HejaNûçeRojhilatanavinSeyyid Îmam Eli Xamaneî

Nêrîna rêberê giranqedir ê Cîhanê, iqtidara ser bingeha dînê islamê

Hezretê ayetulah ozma Xaminêyî, rêberê qedirgiran ê CîhanêIslamî,li hevdîtina tev pişkdarên 33’yemîn pêşbirkên navnetewî yên Qurana Kerîm li Têhranê, Quran mêhwera ” tifaq ometa islamê” zanî û got: Di rewşa ku siyaseta pergala serdest, birêxistina gêre û nakokiyê di navbera misilmanan da ye, ometa islamî divê ser bingeha vê neimeta mezin a ilahî, di riya tifaq û hevgirtinê da pêngavan rake.

Kitêba esmanî Qurana kerîm li cîhana îro dûr maye. Qurana kerîm tenê kitêbek nîne belkî menşûra jiyanê û esasname jibo misilmanan e. Quran moicizeya mayinde ye. Li Quranê erkên mirovekî misilman wek ibadetên rojane û berpirsiyên civakî hatine kifşkirin. Hezretê Mihemed (S) mînaka insanekî tam li gorî fêrkariyên Quranê ye. Qurana kerîm û suneta pêxemberê islamê 2 bingehên mêhwerî jibo hemî peyrevên mezhebên islamî ne. Lê li cîhana roja îro hin kes û alî bi têgiheştinên xalifî û nerast ji fêrkariyên Quranê û suneta pêxemberê ekrem (S), bêtifaqiyê dixin navbera misilmanan da û kuştina misilmanan dest pê kirine.

Ev kes û alî têgiheştina xwe ji Quranê dikin bingeh û misilmanên din kafir û hêjayî kuştinê dizanin. Hin welatên piştgirê komên tekfîrî ku roja îro kuştina misilmanan li Sûriye, Iraq û Yemenê û welatên bakûra Afrîqayê bi rê xistine, di vê komê da cî digirin.

Dijminên islamê û di serî da Amerîkayê roja îro bi riya van komên tekfîrî û têrorîst, şerê biwekalet bi rê xistine. Hezretê ayetulah ozma Xaminêyî rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamiya Îranê bi ragihandina hef û mixabiniya xwe ji ber viya ku hin welatên islamî dewsa Xwedê teala, taxût xwe ra esas girtine, pêkutî kir, welatên ku li navçê siyasetên Amerîkayê cih tînin, di rastiyê da xiyanetê li ometa islamê dikin û riya têketina Amerîkayê nav welatên islamî xweş dikin. Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî, hewldana alim û zanayan bo zelalkirina mijaran bi saya fêrkariyên Quranê yek ji riyên sekinîna li hemberî komên tekfîrî û piştgirên wan zanî. Roja îro erka herî girîng a ometa islamê nemaze ailm, rewşenbîr û xwendeyên misilman, têkoşîna jibo zelalkirinê û cîhada ravekirina li bara rastiyên cîhana islamê ye.

Dijmin, têgiheştinên xalifî yên hin komên tekfîrî û piştgirên wan li bara islamê, hegerekê jibo piştgiriya islamê ji şîdet û tundrêtiyê jibo raya giştî nîşan didin û siyasetên mudaxilekirinê yên xwe li welatên islamî bi vî awayî rewa ddi nîşandanê.

Li halekî ku fêrkariyên islama resen tam bi hizir û kiryarên komên tekfîrî ra ferq dikin. Dewletên rojavayî dizanin ku heke hizra resen a islamî li welatên misilman serê xwe bigire, wan yê tu cîgehek li van welatana tinebin. Peyama islamê têkoşîna li hemberî taxûtê û zorbêjan e. Yek ji hegerên neyarî û dijminatiya van welatana li hemberî Komara Islamiya Îranê, berxwedana gelê Îranê li hemberî siyasetên serdestîxwaziya Amerîkayê û hevgirtiyên wê ye.

Hezretê ayetulah ozma Xaminêyî, îman û berxwedana gelê Îranê û sekinîna vî gelî li hemberî zêdexwaziyên Amerîkayê hokara sereke ya iqtidara Komara Islamiya Îranê zanî û pêkutî kir ku hegera tirsa zilhêzan ji gelê Îranê û komployên wan ên curbicur dijî vî miletî iqtidara ser bingeha dînê islamê ye û dijmin ji islama bihêz û wêrek ditirse.

Rêberê giranqedir ê Inqilaba Islamî bi sekinîna li ser viya ku helwest û pêngavên bi dil û can ên Komara Islamiya Îranê hokara sereke ya bandordanîna Îranê di nava misilmanan da û yek ji hokarên iqtidara Nizama Islamî ne, bi bîr xist ku heta roja îro ne wadeyên serdestîxwazan karîne gelê Îranê bixapînin û ne gefên wan ev gela tirsandine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu