Nesrullah: Şerê li hember DAIŞ`ê heya jinavçûyîna tam a wê dê bidome
seyd Hesen Nesrullah, sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê, bi munasibeta derbasbûna hefteyekê ser şehadeta Elî Hadî El-Aşiq û Muhemed Hesen Nasiredîn, axift.
Li vê axiftinê wî diyar kir: Li merasima îro li Belede El-Eynê, ez du malbatên Elî El-Aşiq û Muhemed Nasiredîn dikim berdengê xwe û şehadeta ewlad û ezîzên wan ku li heyamê şehadeta Îmam Huseyn tevlî wî bûn, pîroz dikim.
Seyd Hesen Nesrullah, sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê her wiha got: Li berxwedanê bi dehan şehîdên ciwan hene ku tenê kurê malbatê bûn û her wiha jî hejmareke zêde hene ku di bereyan de ne û li şerê li hember Îsraîlê bi dehan kes ji wan şehîd ketine û niha jî li rawestana li hember terorîzma tekfîrî jî ev pêvajoya didome û eva serweteke însanî ye ku Lubnan sûdê jê dibe.
Wî her wiha got: Di berxwedanê de em qebûl nakin ku ciwanekî ku tenê kurê malbatê ye, bêyî îzna dê û bavê xwe here bereyên cengê, divê îzna dê û bavê wî jî hebe û piranî îzna dayîkan dijwartir e lê midehekê êdî me îzn ji dê û bavan nestand lê me dît ku dê û bavên wan hatine meqerên partiyê û me daxwaza dayîna îzna şandina kurên wan jibo nava bereyên cengê dikir .
seyd Hesen Nesrullah, sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê got: Li pêşerojê hûnê bibhîzin ku Hizbullahê ciwanên hanê bi zorê dişandine bereyeên cengê lê dê û bav û birayrên van şehîdan , sirra qaweta me ne.
Sekreterê giştî yê Hizbullahê her wiha got: Şehîd Elî Aşiq yek ji fermandeyên serketina ewil li sala 2000 an û yek ji fermandeyên serketina azadkirina dudiyan bû . Ger îro li El-Beqayê û gundên Bebekê ewlehî û aramî heye ji ber fermandeyên mîna Hecî Ebas û şehîdên mîna Muhemed Nasiredîn bûye.
Wî her wiha got : Ev axwîna şehîdan eku serketinan pêk tîne û dibe sedema serketian li pêşerojê, Kesên hanê li El-Badiyê li Sûriyê ku bi qasî dehan hezar km a berfireh e, hatin şehîdkirin ku ev navçeya Dêarzor û Meyadînê û Bûkemal û sînorên Sûriyê û Iraqê jî diger ber xwe. Tu çarayek xêznî pevçûnê li vê meydanê tinebûye û divê em hema wisa li vê meydanê bimînin ji ber ku şerê li hember DAIŞê heya dema ku tam ji nav neçe divê bidome.
Wî her wiha got: Di vê qonaxê ed , DAIşê ji gundan û bajarên zav derketine. lê hin kes bawer in ku dewama şopandian DAIŞê heya sînorên Sûriyê û Iraqê divê were rawestandin lê rawestandina vê meselê tê vê wateyê ku dê DAIŞê cardinê êrişê bike ji ber ku DAIŞê tu armanceke din tine û tenê karê vê komê kuştin û teror û kavilkirin e. Ger hewldanên vê adwiyê yên artêşa Sûriyê û têkoşerên berxwedanê neba, renge şêr pêvajoyeke din bidomanda.
seyd Hesen Nesrullah, sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê her wiah got: Hin kes hene ku li dû girtian pêşiay şerê li hember DAIŞê ne û lê digerin ku vî şerê paşde bixin û eva emerîkî ne ku vê meselê dişopînin (BANGÊ ÎSLÂMİ)