ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Serdar Suleymanî: Serketina Iraqê yê hemû gelên cîhanê ye

Qumandê hêza Quds a Sipahê Pasdarên inqilaba îslamî got: Serketina Iraqê li hemberî terorîstan tenê yê gelên Iraq û Sûriyê nîne belkî ev serketina yê hemû xelkê cîhanê ye.

Li gor rapora ajansa nûçan a Pars News`ê, Serdar Qasim Solêymanî qumandê hêzên Quds a Sipahê Pasdarên inqilaba îslamî ya Îranê li rêûresma çileya serdar şehîd Şeban Nesîrî bal kişande ser çawaniya girtina hinek ji axên Iraq û Sûriyê ji aliyê terorîstên DAIŞ`ê û got: Sercem ev pişkên ji axa her du welatên Iraq û Sûriyê ku terorîstên DAIŞ`ê dagîr kiribû, ji axa Iraqê bi tenê yan jî Sûriyê bi tenê zêdetir bû.

Serdar Suleymanî bal kişande ser cinayetên berfireye grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li Iraq û Sûriyê ku bûye sebeb gelek zarok bê dê-bav bimînin û bi hezaran kes ji xelkê van du welatan aware bibin û got: Li destpêkê hinekan cinayetên terorîstên DAIŞ`ê wekî fitneya mezhebî di navbera şîe û sunî bi nav kirin û gotin: Îran dê bi zûtî li hemberî DAIŞ`ê rastî işkestê were, lê kesên ku nêhrîneke wiha hebûn, welatên wan bi xwe jî rastî rûdawên hovane êve terorîstî hatin.

Solêmanî bal kişande ser viya ku ev serketina mezin ji ber hikmet, teybîr û davînpakiya mirovekî mezin li malekî biçûk bû got: Alimê mezin û hekîm ê bi nav û deng li Iraqê Ayetullah Uzma Sîstanî û vî feqîhê dem û gav nas yê xelkê Iraqê li rewşa awart a Iraq rizgar kir.

Wî destnîşan kir: Ji çaxê dagîrbûna Iraqê, heta nivîsîna qanûna bingehîn a nûye vî welatî ku çend hilbijartin li nav Iraqê birê ketin, Ayetullah Sîstanî bona pûçkirina pîlanan û nîzikkirina şîe û sunî bi hev û dilovanîkirina derheq kurdan, nexş û rolekî mezin hebûye û wekî bavekê hemû gelê Iraqê dewetî hevgirtin û biratiyê kirin.

Serdar Qasim Suleymanî qumandê hêzên Qudse Sipahê Pasdarên inqilaba îslamî ya Îranê destnîşan kir: Fitwaya Ayetullah Sîstanî bû sebeb ku hemû cewanên iraqî bona berevaniya ji welatê xwe rabin û wî nexşekî sereke bona damezirîna Heşda Şeibî ku hêzekî paqije hebûye û vê hêzî jî rolekî mezin li serketinên nav Iraqê hebûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu