ÎranNûçeRojhilatanavin

Destpêbûna deheka Fecra Inqilaba Îslamî ya Îranê

Îro sêşemiyê, 12 Behmenê . 31 Çilla 2017an destpêka deheka pîroz a Fecra Inqilaba Îslamî ya Îtanê ye.

38 salan berî niha di rojeke wiha de ,12 Behmena sala 1357 H.Ş, hezretê Îmam Xumêynî(Rehmetullaheleyh) rêberê feqîdê inqilabê û xîmdarê komara Îslamî ya Îranê. Piştî 15 salan dûrî û dûrketina  ji welêt ,  pê danî nav axa Îrana Îslamî û ji aliyê koma bi coşe  gel ve hat pêşewazî kirin .

Pêşewaziya berfirehe gelê hişyar û agahe  Îranê ji Îmam Xumêynî bê mîank bû bi curekê ku dikarin bêjin  li ti dewreyeke dîroka hevçerx, gel wisa  ji kesayetiyekî xweştivî û hebandî, wisa pêşewazî nekiribûn .

Îmam  Xumêynî(rehmetullah eleyh) piştî axiftineke  kurt bona spasîkirinê li balefirgeha  Mêhrabada Tehranê ,  bona ku qedr û hurmeta şehîdên  Inqilaba Îslamî bigre çû ser tirba wan  li Bêhêştê Zehrayê û li wir  li nav koma  germ û gurre  civatê,  axiftinên giring kir .

Piştî derbasbûna deh rojan  ji hatina wî bo Îranê , li roja 22 Behmena sala 1357,(11 Fewriya sala 1979-an )inqilaba mezine Îslamiye Îranê bi ser ket .

Loma ji roja 12 Behmenê, yanî roja gihêştina  Îmam  Xumêynî(rehmetullah eleyh) bo Îranê heya 22 Behmenê ku roja serketina  Inqilaba Îslamî ye  deheka Fecrê hatiye bi nav kirin û her salê , cejn û merasimên  taybetvê heyamê tê birêvebirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu