IraqNûçeRojhilatanavin

Nexş û rola hêzên gelanî yên Iraqê li azadkirina bajarê Mûsilê

Sekretirê giştî yê saziya Bedrê got: Hêzên gelanî yên Iraqê yê ser navê Heşda Şeibî dê li operasiyona azadkirina bajarê Mûsilê ji destê terorîstan nexş û rolekî berbiçav hebe.

Li gor rapora telivîzyona El-Minara Lubnanê , Hadî Amirî sekretirê giştî yê saziya Bedrê li bara steratijiya dijî terorîstane hêzên gelanî li nav Iraqê got: Hêzên gelanî yên Iraqê yê ser navê Heşda Şeibî dê li operasiyona azadkirina bajarê Mûsilê ji destê terorîstan nexş û rolekî berbiçav hebe û pêwîste ku nêhrîna Amerîka ser hêza gelanî li nav Iraqê jî were guhartin.

Amirî destnîşan kir ku pêwîste ku Amerîka û Ewrûpa bi çavê hêzekî fermî berê xwe bidin hêzên gelanî li nav Iraqê û hêzên gelanî terseyî eyariya birek ji qumandên artêşa Iraqê û hevalbendiya dijî DAIŞ’ê bi serokatiya Amerîka dê pişkdariya operasiyona azadiya Mûsilê bike.

Hadî Amirî sekretirê giştî yê saziya Bedrê destnîşan kir ku Amerîka û Ewrûpa bawerî bi hêzên gelanî yên Iraqê tune û ji terorîstên DAIŞ’ê wekî hêzên cengaver nav diben lê ji hêzên gelanî yên Iraqê wekî Milîtar nav diben. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu