NûçeRojhilatanavinSûriye

Neyar bona revîna ji Helebê hewara xwe birine Amerîka û Tirkiyê

Qumandê neyarên sûrî li rojhilata Helebê, îro sêşemiyê xwest ku Tirkiye û Amerîka jibo sekinandina êrişên artêşa Sûriyê ser vê navçeyê, navbeynkariyê bikin.

Li gorî rapoa Ajansa nûçeyan a Reuters`ê Ebû Elî Seqûr, qumandê koma terorîst a ser navê Cibhe Şamiye, li rojhilata Helebê,  îdia kir ku rewşa neyar û terorîstan li xetên pêşîn ên rojhilata Helebê li saetên buhurî baştir bûye, lê ew dixwezin bombebaran ser navçeya Barîkî were sekinandin ku li gorî gotina wî hîn li bin lepên komên çekdar de ye û kesên sivîl têde ne.

Wî herwiha got: Tu welatekî di vî warî de alîkariya xelkê nekiriye. Peyama min jibo cîhanê eva ye ku herî kêm sivîlan ji bajarê bi karesat ê Helebê, derxînin.

Seqûr, bi awayekî taybet û aşkera bal kişand ser Tirkiye û Amerîkayê.

Serkirdeyê neyarên sûrî got: Her dewletekî ku hêza wê heye divê demlidest di warê derxistina xelkê ji rojhilata Helebê, biryarê bide.

Cibheya Şamiye çiqek ji koma neyar a ser navê Artêşa Azad a Sûriyê ye ku dewletên biyanî yên wekî Tirkiye dijî dewleta qanûnî ya Sûriyê piştgîriyê dide wan (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu