NûçeRojhilatanavinSûriye

Nêzîkî hezar awareyên sûrî ji riya sînorên Urdin û Lubnanê vegeryan malên xwe

Awareyên sûrî ji riya derbasgeha Yabûsê li sînorê Lubnanê û derbasgeha  El-Esîbê li sînorê Urdinê vegeryan navçên  cihê jiyana xwe li Sûriyê.

Piştî baştirbûna rewşa ewlehiyê ya li Sûriyê, pêvajoya vegeryana  awareyên sûrî bo vî welatî li mehên derbasbûyî zêde bûye.

Navenda pêşewazî û niştecihkirina penaberên sûrî ragihand: 8 û 9 kanûnê jî bi sedan penaber ji Lubnanê û Urdinê vegeryan welatê xwe.

Başa dön tuşu