ÎranNûçeRojhilatanavin

Nihêrîna rêberiyê: Tirsandian ji Îranê, rê li ber peywendiya bankên cîhanî digre

Hezretê ayetullah Xamineyî, rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî destnîşan kir ku Amerîka li ser kaxezê dibêje ku bi Îranê re danûstandinê bikin lê di piratîkê de bi tirsandian ji Îranê rê li ber hevkariya bankên derve tev bankên îranî digire.

Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî ya Îranê roja çarşemiyê li hevdîtina ligel bi hezaran kes ji karkiran bi minasibeta heftiya Karkiran, bêsoziyên Amerîkayê û siayseta vî welatî li hember Îranê xist hilêxistin û destnîaşn kir ku berpirsê emerîkî dibêje şikl û şêwaza boykota Îranê hatiye parastin da ku sermayedanerê biyanî bitirse û bo xebitandian sermiyana xwe neçe Îranê.

Hezretê ayetullah ozma Xamineyî got ku emerîkî îdia dikin ku Îran piştgirê terorîzmê ye û renge ji ber piştgiriya ji terorîzmê, were botykotkirin. Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî pêştir jî tevî piştgiriya ji muzakirekirên îranî li bara siberoja muzakiran û kiryarên aliyê emerîkî reşbîniya xwe dabû diyarkirin. Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî bi caran li hevdîtinên xwe yên curbicur, dewleta Amerîkayê serdestrxwaz û ne hêjayî pêbaweriyê bi nav kiriye û pêkutî kiriye ku divê em li hember Amerîkayê hişyar bin.

Karnama pêngavên li dijî Îranê yên Amerîkayê piştî serketina Inqilaba Îslamî, serdanpê, dijminatiya tev gelê Îranê ye. Xêncî reftara bi dijmiantî ya dewleta Amerîkayê li hember gelê Îranê di dirêjahiya dîrokê ji wan darbeya 18`ê tebaxê (28`ê meha Mordada sala 1332`an a koça tavî) li dijî dewleta qanûnî ya Îranê, dijheviya li reftar û axiftina Amerîkayê li hember berpirsiayriyên navokî ji giştan re eşkere ye. Amerîka ji ber bêsoziya xwe li warê hevhatinnameya navokî, baweriya gelê Îranê bo rayedarên Koşka Sipî herî zêde ji nav biriye. Siyaseta bi dijminatiya Koşka Sipî tenê mijara navokî nagire ber xwe û kiryarên siyasî û hiqûqî yên saziyên amerîkî jî vê dijmantiyê nîşan didin.

Muhra Dîwana Bilind a Amerîkayê ser pêşniyarqanûna dadgehên vî welatî bo zevtkirina 2 milyar dolar ji darayiyên Komara Îslamî ya Îarnê mînakeke eşkere li bara dijminatiya dewleta dêmokrat a Barak Obamayî ye ku idia dike tev Îranê gotûbêj dike. Dengê Dîwana Bilind a Amerîkayê, diziya eşkere û riswatiya hiqûqî bo hikûmeta vî welatî ye.

Dewleta Obama li gotûbêjên navokî tev Îranê jî armancên xwe yên serdestîxawzane hebûn lê muazkirekirên îranî bi qawet rawestan û mafên rewa yên navokî yên gelê Îranê li hember şeş hêzxurtên cîhanê misoger kirin.

Amerîkayê li muzakirên koma 5+1ê tev Îranê soz da ku pirgirêk û berbendên ser riya hevkariya aborî û bankî tev Îranê çareser bike, lê ne tenê soza xwe xera kiriye belkî bi zexta ser welatên din, nahêle ku aliyên ewrûpî bi Îranê re hevkariya bankî hebin

Dewleta Amerîkayê, siyaseta tirsandina ji Îranê girtiye ber xwe da ku sermayedanerên biyanî qani bike ku sermaya xwe li Îranê nexebitînin. Îran li gorî bawera rayedarên amerîkî ne-ewleh e li halekî ku Îran li bercî Amerîkayê welatekî ewlehtir e.

Li Amerîkayê her rojê xelkê vî welatî tên kuştin. Xêncî viya, siyaseta derve ya Îranê, damezrandina ewlehiyê li navçê ye û ev siyaseta ji ber rawestana cidî ya Îarnê li ber terorîzmê ji bo giştan aşkira ye.

Li hember viya, Amerîka li warê şerê li dijî têrorîsmê tenê di asta gotinê da idia dike, lê di pratîk de piştgirê terorîzmê û sebebkarê berfirehkirina wê li navçê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu