ÎranNûçeRojhilatanavin

Nimandina destkevtên navokî yên Îranê di roja neteweyî ya teknolijiya navokî da

Berdevkê Rêxistina Enerjya Atomê ya Komara Îslamî li bara nimadina destkevtên navokî yên Îranê di roja neteweyî ya teknolojiya navokî da agahî da .

Bêhrûz Kemalwendî berdevkê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê roja duşemiyê li gotûbêja tev IRIB News`ê got : Destkevtên nû yên navokî yên Îranê li warên ardû, lêyzêr, hêzgeh û tendrustiyê li mersima roja neteweyî ya teknolojiya navokî li navenda civînên navneteweyî li Têhranê tê nimandinê.

Kemalwendî got : Li vê mersimê ku bi beşdariya berpirsên pilebilind, keasyetî û kesayetiyên şareza birêve diçe raporek li bara pêketinan li warên curbicure pêşa navokî ya Îranê tê raber kirin.

8 Nîsana 2016`an li rojhejmêra fermî ya Îranê wek roja neteweyî ya teknolojiya navokî hatiye bi navkirin .

Îsal ji ber hevgavbûna vê rojê tev roja înê mersima taybet a nimandina destkevtên navokî pênşemiyê 7 Nîsanê dê birêve here. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu