ÎranNûçeRojhilatanavin

Wezîrê karên derve yê Îranê rêz û hurmeta qehremanê netewî yê Kûbayê girt

Wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê li sefera xwe ya bo Kûbayê rêz û hurmeta qehremanê netewî yê vî welatî girt.

Li gor rapora ajansa IRNA`yê, Muhemmed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê duh duşemê piştî hizûra li meydana inqilab a Kûbayê û xwendina durişmên netewî yên Kûba û Komara Islamî ya Îranê ji aliyê garda “rêz û hurmeta“ vî welatî, taca gulê daniye ser avahiya “ Xoze Martî“ qehremanê netewî yê Kûbayê.

Paşê Zerîf û taxima hevrê li nav vê avahiyê gerîyan.

Xoze Martî qehremanê serxwebûna Kûbayê ji Ispaniyayê ye ku di sala 1895`ê da di 42 saliya xwe de, di şêrr da hat kuştinê.

Piştî vê serxwebûnê, mixabin Kûba kete bin desthilata Amerîkayê lê serê axirê inqilaba vî welatî di sala 1959`ê da bi rêberiya Fîdêl Kastro ser ket.

Wezîrê karên derve yê Îranê, Muhemed Cewad Zerîf tev Raol Kastêro serokkomarê Kûbayê civiya û gotûbêj kir.

Îro jî wezîrê karên derve yê Îranê tev serokkomarê Kûbayê hevdîtinê pêk anî û her du aliyan li bara berfirehkirina hevkariyên dualî bi taybet li beşa aborî û meselên  navneteweyî gotûbêj kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu