NûçeRojhilatanavinSûriye

Paqijkirina hin deverên derdora Helebê ji têrorîstên DAIŞ`ê

Artêş û hêzên berxwedana Sûrîyê, bajarokê Um Erkîlê li Rîf Helebê ji lepên têrorîstên DAIŞ`ê azad kirin.

Li gorî rapora malpera Mesder`ê, hêzên sûrî baregehên koma têrorîst a DAIŞ`ê li başûra baregeha serbazî ya Koyresê û devera Subxe ul Cibûlê li derdora Helebê li bakûra Sûrîyê kirin armanca êrişên xwe.

Li gorî vê raporê, artêşa Sûrîyê li halê paqijkirina vî bajarokî û pûçkirina wan bombe û defikên teqandinê ye ku têrorîstên DAIŞ`ê li vê deverê bicih kirine.

Di vî halî da ajansa nûçan a fermî ya Sûrîyê (SANANEWS) ragihand ku Çîn û Sûrîyê du rêketinamên hevkarîya di warê raberkirina alîkarîyên insanî jibo gelê Sûrîyê li Şamê, wajo kirin.

Ew rêketiname ku ji hêla desteya plandarêştin û hevkarîya navnetewî ya Sûrîyê û sefîrê Çînê li Şamê hat wajokirinê, raberkirina alîkarîyên insandostîyê bo Sûrîyê bi bihaya 16 milyon dolarî digire ber xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu