NûçeRojhilatanavinSûriye

Terorîstên ASAyê li Efrînê Cîgirê Serokê Encûmenê bi îşkenceyê kuştin

Li gor agahiyên Rûdawê ku dispêre çavkaniyên herêmî ragihand ku ew nêzîkî hefteyekê ye qedexeya derketina derve li bajarokê Şiyê berdewam e. Qedexeya hatinûçûnê ji aliyê çekdarên grûpa Silêman Şah ku girêdayî Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) ve hatiye îlankirin.

Ji xeyrî berdewamiya qedexeya hatinûçûnê li bajarokê Şiyê, çavkaniyekê ragihand ku çekdarên ASAyê berpirsekî encûmena xwecihî ya Şiyê kuştin. Li gorî vê çavkaniyê çekdarên ASAyê Cîgirê Serokê Encûmena nahiyeya Şiyê Ehmed Şêxo bi îşkenceyê kuştine.

Herwiha birayê Ehmed Şêxo Mistefa Şêxo kuştina birayê xwe piştrast kir û ragihand ku Ehmed Şêxo berî ku di bin îşkenceyê de were kuştin, berî çend rojan tevî 49 kesên din, ji aliyê çekdarên grûpa Silêman Şah ve hatibû girtin. Di dema veşartina cenazeya Ehmed Şêxo de, çekaran derdora gorsitanê dorpêç kirin û nehiştin ku ti kes dîmen û wêneyan bikişîne.

Başa dön tuşu