CîhanÎranNûçeRojhilatanavinZanîstî

Nimandina yekemîn dermanê gîhayî yê nexweşîya Alzaymerê yê cehanê li Îranê

Yekemîn dermanê gîhayî yê Alzaymerê yê Îran û cehanê ku bi hewldana pirspor û zanyarên îranî hatîye berhemanînê, li parêzgeha Elborz, li rojavaya Têhranê hat nimandinê.

Seyîdhesen Qazîzadêyê Haşimî wezîrê tenduristî, dermankirin û perwerdeya pizişkîya Îranê îro li merasima nimandina dermanê gîhayî yê nexweşîya Alzaymer ango jibîrkirinê (Melitropic) li Lêkolîngeha Cehada Danişgahî ya Elborzê  got: Ji sedî 90`ê dermanê pêwîst li nav welêt tê berhemanînê û çav li rê ye ku pispor û berhemînerên îranî bi awayekî taybet bala xwe bidin ser jordabirina asta berhemanînê.

Şemselî Rizazade, serokê Lêkolîngeha Gîhayên Dermankirinê ya Cehada Danişgahî ya Îranê jî got: Lêkolerên Cehad Danişgahîyê bi sûdwergirtina ji zanista kevnar û xwecî ya Îranê û dermankirina pirsgirêk û nexweşîyên mejî û herwiha bi hilkolandina lêkolînên biroj ên dinyayê di vî warî da karîn ku dermanê binirx ê Alzaymerê berhem bînin.

Şahîn Axûndzade alîkarê beşa lêkolîn û teknolojîyê ya wezareta tenduristî, dermankirin û perwerdeya pizişkî ya Îranê jî li rex merasima nimandin û birêxistina xeta berhemanîna dermanê Alzaymerê got: Bi saya hewldana lêkolerên îranî, Komara Islamî ya Îranê li warê lêkolîn, xwendin û berhemanîna dermanê Alzaymerê li cehanê pêşeng e.

Axûndzadê herwiha got: Lêkolîna ser çêkirina dermanê gîhayî yê Alzaymerê bo cara yekem li dinyayê li Îranê pêk hat û di sala 2000`î de ev dermanê dijî istirêsê li hemî malperên pisporîyê yên dinyayê ser navê Îranê hat qeydkirinê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu