Nobext: Em li alê berevanî bi tu kesî re muzakireyê nakin
Muhemed Baqir Nobext, berdevkê dewleta Komara Îslamî ya Îranê got: Îran li warê mijarên berevanî û mûşekiyê eşkere radighîne ku naxwaze bi tu kesî re muzakireyê bike.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Muhemed Baqir Nobext roja duşemiyê li civîna rojnameavniyê bal kişand ser vê yekê ku Komara Îslamî ya Îranê dê nehêle ku tu welatek jêre hed û sînoran kivş bike û got: Ma Îran ji Fransa, Emerîka û welatên din re dibêje ku hed û asta çekên we divê çi qasî be ku ew bixwezin ji Komara Îslamî ya Îranê re bibêjin.
Muhemed Baqir Nobext têkildarî muzakireya li bara behsên navçeyî, bal kişand ser vê yekê ku Komara Îslamî ya Îranê li bara meselên navçê siyaseteke aktîv heye û got: Îranê ji bo dabînkirina ewlehiya li navçê û rawestana li ber terorîzmê tim amadetiya xwe raghandiye.
Muhemed Baqir Nobext her wiha li bara rêketinnama navokî got: Komara Îslamî ya Îranê li bara behsên navokî tenê belgeyekê nas dike û ev beleg jî rêketinnama navokî ye ku helbet ji aliyê Emerîkayê ve tu carî cih nehat.
Hevhatina navokî navbera Îranê û Koma 5+1` ê ji Çilla 2016` an cih hatiye lê dewleta Emerîkayê wek yek ji endamên vê komê tim ser riya cihanîna rêketinnama navokî astengiyan derdixîne.
Donald Trump serokkomarê Emerîkayê li gor qanûna kongira vî welatî heya 12 Gulana 2018` an derfeta xwe heye ku li bara dewama rawestandina boykotên navokî yên Îranê biryarê bide.
Rayedarên Komara Îslamî ya Îranê bi caran teqez kirine Têhran jibo derketina muhtemel a Emerîkayê ji rêketinnama navokî amade ye û alternatîvên curbicur ji bo dayîna bersiva vê kiryara Emerîakyê hene.