CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Rêberê qedirgiran ê Cihana îslâmi: Gefa bi êrişa serbazî, fêlbazî û rêbaza dubarebûyî ya Amerîkayê ye

Rêberê qedirgiran ê Cihana îslâmi pêkutî kir: Amerîka dixwaze bi dubarekirina fêlbazî û rêbaza gefxwarinê û şerê leşkerî, bala berpirsên Komara Islamî ya Îranê ji meydana şerê rastî ango şerê aborîyê bixalifîne.

Hezretê ayetulah ozma Xaminêyî îro li hevdîtina ligel bi hezaran kes ji gelê parêzgeha Azerbaycana Rojhilatê, pişkdarîya hevgirtî, bihêz û pirrcoş a gelê Îranê li meşa salvegera serketina Înqilaba Îslamî di roja 22`yê Behmenê da, sedema rûmeta inqilabê û nizama Îranê binav kir û qedrê gelê Îranê girt û got: Îsal netenê çavkanîyên navxweyî behsa vê pişkdarîya berfire kirin belkî dijminên inqilabê jî berovajî salên buhurî, bi sûdwergirtina ji teybîra“ milyonî“ li bara vê pişkdarîya rûmetder li xwe mukur hatin.

Rêberê qedirgiran ê Cihana îslâmi dema nirxandina armanca rastî ya dewletên berê û niha yên Amerîkayê têkildarî dubarekirina fêlbazî û rêbaza “Gefxwarina li hemberî Îranê bi şerê serbazî“ her wiha got: Roja îro jî wek berê dibêjin ku bijareyên serbazî ser masê ne û ew berpirsê ewropî jî dji berpirsên Îranê re dibêje“Heke Rêketinama Navokî neba, yê bêguman şer destpê biba“ lê, ev gotina dereweke mezin e û ew dixwazin fikrê me ji şerê rastî ango şerê aborîyê bixalifînin û fikir û bala me bidin ser şerê serbazî ta ku berpirsên welêt ji dayîna bala xwe ser warê pêşketina aborîyê û şerê çandî yên rojavayîyan li hemberî gelê Îranê xafil bibin.

Rêberê qedirgiran ê Cihana îslâmi bal kişand ser hewldanên bêrawestan ên Sazîya Istixbarata Navendî ya Amerîkayê (CIA), dezgeha sîxorîyê ya Rêjîma Sîyonîst (MOOSAD) û dezgeha sîxorîyê ya Ingilîsê û xerckirina dolarên niftê yên dewlemendan jibo birêxistina helahela û haykûfê li dijî inqilabê û komara Islamî ya Îranê û got: Di seranserî salê da bi sedan şebekeyên setlaytê, şebekeyên civakî û îflasbûyîyên ku ji Îranê revîne, mijûlê heqaret, lawazkirin û tawanbarkirina nizama Îranê ne lê, pişkdarîya berfire ya gelê Îranê li merasima roja 22`yê Behmenê vê atmosfera qirêj wêda dide û qirêjî û gemarîyan ji nav dibe.

Rêberê qedirgiran ê Cihana îslâmi hewldana dijminan jibo nekaranîşandana nizama komara Islamî ya Îranê wek dayîna kayê ber bayê û berdana avê nav bêjingê zanî û got: Dijmin hewl dide pêşketin û karên zef girîng ên 38 salên vê dawîyê berçav negire, piştguh bixe û gel bêhêvî bike.

Hezretê ayetulah Xaminêyî, pêşketinên Îranê mideha nêzî 40 salên buhurî ên hin warên nijyarî da, ecêb wesif kirin û bibîr xist: Hin ji wan pêşketinan di dewreyên sedsalî da jî nikarin pêk bên.

Rêberê qedirgiran ê Cihana îslâmi rûmet, xîret û şerefa netewî ya îranîyan anegorî serdema biheqaret a taxût (serdema rêjîma pehlewî), ji destkevtên pirrşanazî yên inqilabê zanîn û pêkutî kir: Roja îro her kes li bara rûmet û iqtidara gel û pişkdarîya dîyarker a Îranê li xwe mukur tê û dizane ku hema bêje li hemî meseleyên navçê, heke Îran pişkdar nebe û he neke, karek nayê kirin û pêk nayê.

Hezretê ayetulah Xaminêyî pirrcûrîya qewman li Îranê yên wek tirk, faris, kurd, lor, ereb û belûç derfeteke binirx jibo Îranê zanî û got: Dijmin hertim çav berdaye vê yekê ku duberekî û nakokîyê bêxe navbera qewman ta ku bi xeyala xwe ji her qelişîn û nakokîyekê li welêt sûdê wergire, li halekî ku tu cidatî û veqetînek li Îranê tineye û gelên Îranê yekperçe û yekgirtî ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu