ÎranNûçeRojhilatanavin

Aboriya ser bingeha berxwedanê, sirra serketina Îranê li kontrolkirina krîza daketina buhaya niftê

Wezîrê darayiyê yê Îranê, Elî Teyibniya li civîna  niftê ya siyasetên aborî yên welatên derdora Kendava Farsê li kêleka  civîna  salane ya  Banka Cîhanî li Waşengtonê bal kişand ser daketina buhaya niftê li salên buhurî got: Îranê daketina buhaya niftê hevgavê boykotên nedadmendane ceriband yanê dema ku derfirotina nifta Îranê nêzîkî yek milyon bermîlî li rojê kêm bû.

Teyibniya bi gotina vîya ku Komara Îslamî ya Îranê di rewşa derketina ji bişûndemayînê da, yê bi pêdiwî û sîyaseta pêdivî li hember vê diyardeyê bisekine û got: Îranê boykot û daketina  buhaya niftê wekî derfetek jibo kêmkirina  girêdayîbûna  bûdcê li niftê bikar anî.

Wezîrê darayiyê yê Îranê bal kişand ser vê yekê ku dewleta Komara Îslamî ya Îranê di rewşa dijwar da, karî ku aramî û istiqrarê vegerîne aboriya Îranê, pêşneketina  aborî rawestîne û rewşê jibo geşatiya aborî xweş bike û destnîşan kir: Piştî du salan pêşdeneketinê, aboriya Îranê di sala 2014`an  da pêşdeketina  ji sedî 3 ceriband û tevî daketina  buhaya niftê û dewama  boykotên  aborî, li beşeke  zêde ji sala 2015`ê, geşatiya  erênî ya aborî  ya par jî hat parastin.Civîna pisporiyê ya niftê bi beşdariya wezîrên aborîyê û serokên Banka  Navendî ya welatên  Mîrtiyên hevgirtî yên ereb, Iraq, Kuweyt û Îranê û rêvebir û karzanên  pilebilind  ên Banka  Cîhanî û Sindûqa Navneteweyî ya Dirêv (IMF) li kêleka  civîna  salane  ya banka cîhanî hat lidarxistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu