NûçeAborîEwropa

Li Fransayê xwepêşandana cotkaran berdewam e

Zêdetirî hefteyekê ye xwepêşandanên cotkaran li çend bajarên Fransayê bi dirûşma “Em jiyana xwe ji bo debara we dibexşin” berdewam e.

Fransa di berhemên çandiniyê de welatê herî mezin ê endamê Yekîtiya Ewropayê ye lê siyaseta çandiniyê li wî welatî berdewam cihê nakokiyê ye.

Cotkarekî anî ziman:

“Ez 21 salî me û ez û pismamê xwe em dixwazim karê me hebe lê gelekî zehmet e ku em karibin bi cotkariyê debara xwe bikin.

Bi nerîna min cotkarî pîşeyeke baş e û divê rêz lê bê girtin.”

Cotkar daxwazê ji Hikûmeta Fransayê dikin ku sotemeniyê bi nirxekî kêmtir ji wan re dabîn bike, di dabînkirina gubre û pêdiviyên din de asankariyan bike û baca li ser cotkaran jî were kêmkirin.

Hezîrana îsal hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê tên kirin û her ku diçe guşarên ser partiya Macron zêde dibin.

Biryar e hefteya bê Parlamentoya Fransayê gotûbêjê derbarê siyaseta hikûmetê ya li hemberî cotkaran de bike û Yekîtiya Cotkaran jî dibêje, heta daxwazên wan neyên bicihkirin ew dê xwepêşandanên xwe berdewam bikin.

Cîgirê Serokê Yekîtiya Cotkarên Fransayê Olivier Varlet got:

“Em dê heta dema ku pêwîst bike li vê derê bimînin û me ji bo mayînê hemû amadekariyên xwe kirine.

Em dê çend rojên din jî li vê derê bimînin heta ku Serokwezîr an Wezîrê Çandiniyê biryareke kirdarî derbarê cotkaran de bide.”

Ji bilî Fransayê cotkarên Almanya, Polenda û Romanyayê jî çend roj in dest bi xwepêşandanan kiriye û ji siyaseta hikûmetên xwe yên derbarê cotkaran de ne razî ne.

Başa dön tuşu