FilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Dengvedana meşa girseyiya roja Qudsê li mêdyayên cîhanê; Israîl mehkûma ebedî

Piraniya mêdyayên cîhanê nûçeyên meşa girseyiya roja Qudsê li Îranê ragihandin û ev tevgera nîşana mehkûmbûna hertimî ya Rêjîma Siyonîst li raya giştî dan zanîn.

Kanala ABS News`a Amerîkayê, roja îniyê, 1`ê Tîrmeha 2016`an, li vî warî da ragihand: Gelê Îranê li meşa girseyiya roja Qudsê tevî bilindkirina dirûşmeya `Mirin ji bo Israîlê` û `Mirin ji bo Amerîkayê` dagîrkeriya Israîlê şermezar kirin.

Malpera Ehda Libnanê jî bal kişande ser meşên girseyî li seranserî Îranê ji bo rêzgirtina li roja cîhanî ya Qudsê û nivîsî: Dirûşmeya van meşên girseyî yekîtiya umeta islamî û piştgiriya ji serhildana (Intifazeya) Filsitînê û bêzariya ji Rêjîma Siyonîst bû.

Kanala têlêvîziyoniya Sûmiriyê jî ragihand: Meşa girseyiya roja Qudsê tevî ku hewa gelek germ bû hat birêxistin û beşdaran cinayetên Israîlê li dijî gelê Filistînê şermezar kirin û li ser pêwsîtiya hewildana ji bo pûçkirina komployan li dijî mêhwera berxwedanê pêgirî krin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu