ÎranNûçeRojhilatanavin

Dengvedana gotinên rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî li medyaya Çînê

Gotinên rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî li civîna berfireh û mezin a Besîciyan li werzişgeha 100 hezar kesî ya Azadiyê li Têhranê bi awayekî berfireh li medyaya Çînê deng veda.

Ajansa fermî Nûçan a Xîn Hawayê, di vê barê de raghand ku rêberê Îranê boykotên Emerîkayê işkestxwarî dan zanîn.

Li rapora Xîn Hawayê hatiye: Rêberê giranqedr ê Inqilaba  Îslamî ya Îranê li nava koma ciwanên vî welatî li werzişgeha Azadiyê destnîşan kir: Îran dê bikaribe di warê aboriyê de Amerîkayê têk bibe.

Hevgav CCTV, televîzyona  navendî ya Çînê jî li nûçên xwe ji zarê rêberê Îranê raghand aboriya Îranê bihêztir ji boykotên Emerîkayê ye û Îran bi işkesta wê dê sîleyeke din jî li Emerîkayê xîne.

Malpera Çayna Org ya Çînê jî raghand ku rêberê Îranê tewsiye li ciwanên vî welatî kir ku bila hevgirtî û hevdeng bin, ji ber ku dijmin dema qawet, yekitî û viyana gel û ciwanan bibîne dê paşde vekişe.

Li wan rapora ji zarê rêberê Îranê her wiha hatiye, Ev 40 sal in Emerîka li dijî gel û welatê Îranê pîlangêriyê dike û her tim ji vî gelî sîlle xwariye, dê vê carê jî komploya Emerîkayê neghêje encamê û dijminên Îranê dê bêhivî û lawaz bibin.

Hezretê ayetullah Xamineyî rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî vê sibê pêncşemiyê li nava koma berfireh û mezin a Besîciyan li werzişgeha 100 hezar kesî ya Azadiyê li Têhranê destnîşan kir: Koma berfireh a ciwanên welêt û gelê mezin ê Îranê dê dawîn amûra mayî ya derbelêdanê ya dijmin yanê boykotê bê encam bikin û dê sîlleyeke din li Emerîkayê xînin.

Başa dön tuşu