IraqNûçeRojhilatanavin

Stratejiya artêşa Iraqê bona kemilandina operasiyona Mûsilê

Qumanditiya operasiyona hevpar a Iraqê ji stratejiyeke nû bona kemilandina operasiyona azadiya navçên dine rojhilata Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê xeber da û ragihand ku ev steratijiya nû dê bi vê zûtiyê destpê be.

Sertîp Yehya Resûl berdevkê operasiyona hevpar a Iraqê ragihand; Li van rojên pêşerojê dê steratijiyekî nû bona kemilandina operasiyona azadiya Mûsilê destpê be û ev operasiyona dê li bin çavdêriya qumandê giştî yê hêzên çekdare Iraqê destpê be.

Resûl destnîşan kir; Steratijiya nû bona dewama operasiyona azadkirina rojhilata Mûsilê ji dest terorîstên DAIŞ`ê dê bi vê zûtiyê îcra bibe û alîkariyên pêwîst bona awareyan jî hatine berçav girtin.

Ji aliyê dinve bingehekî ewlehiya parêzgeha Nêynewayê jî ragihand ku Grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê 250 malbatên navça El-Cezaêr li rojhilata Mûsilê, ji malên xwe derxistine û hemû nasname û belgeyên huviyeta wan jî girtine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu