Iraq
-
Ara- 2022 -8 Aralık
Navçeyeke ser bi Pêncwîna Herêma Kurdistana Iraqê duh êvarê kete ber êrişa bi xwefirrê
Birêvebirê navçeya Germikê ya qezaya Bêncwînê ragihand: Duh êvarê navçeyeka nêzîkî gundên Şîvgozan û Teymzê ser bi bajaroka Germikê li qezaya Pêncwînê ya parêzgeha Silêmaniyê li Herêma Kurdistana Iraqê kete ber êrişa xwefirrekê û hîn xisarên ji ber vê êrişê nehatine ragihandin lê li gorî agahiyên ku ji gundiyan bi dest ketine li van gundan ti kes nehatiye kuştin. Xerîb…
Xwandinê bidominê -
4 Aralık
Serokwezîrê Iraqê Sûdanî serdana hêzên Heşdî Şeibî kir
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa El-Sûdanî li Selahedînê serdana hêzên Heşdî Şeibî kir. Li gorî nûçeya INA ya fermî ya Iraqê, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa El Sûdanî îro li parêzgeha Selahedînê serdana hêzên Heşdî Şeibî kir. Serokwezîr Sûdanî jî li Samarraya bajarê pîroz ê welêt serdana Tirbeya Leşkerî ya Pîroz kir û nimêj kir.
Xwandinê bidominê -
3 Aralık
Balafirên şer ên Tirk li bajarê Silêmanî yê Iraqê êrîş kirin: 4 mirî û birîndar
Duh di encama êrişa balafirên şer ên Tirkiyê li ser parêzgeha Silêmaniyê li bakurê Iraqê, kesek hat kuştin û 3 kes jî birîndar bûn. Li gorî nûçeya IRNAyê, ev êrîş li gundê Zorowûnî yê parêzgeha Silêmaniyê ya Herêma Kurdistana Iraqê hatiye kirin. Çavkaniyeke ewlehiyê ragihand ku di encama êrişa balafirên şer ên Tirkiyê 5 caran li ser vî gundî, 3…
Xwandinê bidominê -
2 Aralık
Plasxart û Alê Sadiq li Bexdaya Iraqê civiyan
Cênîn Hênîs Plasxart (Jeanine Hennis-Plasschaert) Nûnera Sekretrê gişt ê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) li Iraqê êvara Pêncşemiyê li Bexdayê bi Muhemedkazim Alê Sadiq balyozê Îranê li Iraqê ra civiya. Li gorî rapora Farsnews’ê, Plasxart û Alê Sadiq di vê hevdîtinê da tevî vekolandina alûgorên siyasî yên herî dawî li Iraqê û rêyên piştevaniya ji dewleta vî welatî û ewlehiya wê,…
Xwandinê bidominê -
2 Aralık
Lêkolîna NY li ser cinayetên koma terorîstî ya DAIŞ’ê hat weşandin
Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) qala weşandina belgeyên nû li Iraqê li ser cinayeta dijî mirovahiyê û cinayeta cengê li vî welatî ji hêla koma terorîstî ya DAIŞê va kir. NY ragihand: Şehedî û belgeyên ku Iraqê kom kirine, encamên seretayî derbarê cinayeta dijî mirovahiyê û cinayeta cengê dijî civaka xiristiyaniyên vî welatî piştî dagirkirina derdora sê yekê axa Iraqê di…
Xwandinê bidominê -
Kas- 2022 -22 Kasım
Sipaha Pasdaran baregeha koma cudatîxwaz a PJAK’ê ji nav bir
Hêza bejahiyê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî baregeha koma cudatîxwaz a PAK’ê li Herêma Kurdistana Iraqê ji nav bir. Li gorî rapora Tasnim Newsê, Hêza bejahiyê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî roja Sêşemiyê dora nû ya êrîşên xwe li dijî komên cudatîxwaz û terorîstî li Herêma Kurdistana Iraqê dest pê kir.Di êrîşên îro yên Hêza bejahiya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî…
Xwandinê bidominê -
22 Kasım
Helîkoptereke Artêşa Iraqê li Samerayê kete xwarê
Wezareta Parastinê ya Iraqê ragihand ku helîkoptereke leşkerî ya Iraqê li nêzî meydana Celas ya li Samerayê kete xwarê û di encamê de du kes birîndar bûn. Li gorî nûçeya Rojnews’ê, Wezareta Parastinê ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku îro helîkoptereke leşkerî ya vî welatî, li Samerayê ketiye xwarê û di encam de efser û polîsek birîndar bûne. Di daxuyaniyê…
Xwandinê bidominê -
21 Kasım
Sipaha Pasdaran êrîşî ser baregehên komên terorîstî li Kurdistana Iraqê kir
Baregehên komên terorîstî li Herêma Kurdistana Iraqê ketin ber êrîşên mûşek û xwefirrên Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî.Çar mûşekên Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî berbanga Duşemê li baregeha komên terorîstî li Koysenceqa Herêma Kurdistana Iraqê ketine.Li gorî rapora Tasnim Newsê, hevdem baregehên komên terorîstî li navçeyên Zergoyîz û Panakoreyê li nêzikî Silêmaniya Iraqê ketin ber êrîşa xwefirrên Sipahê yên întiharî.Kanala Saberin Newsê…
Xwandinê bidominê -
20 Kasım
-
20 Kasım
Li Kerkûkê di encama êrîşeke çekdarî de 4 leşkerên Iraqê hatin kuştin
Îro Şemiyê di encama êrîşeke ser bi rêxistina terorîst a DAIŞê de 4 leşkerên Iraqê hatin kuştin. Li gorî çavkaniyekî ewlekariyê, di encama êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Walîtiya Kerkûkê de 4 endamên artêşa Iraqê hatin kuştin. Di berdewamiya axaftina xwe de got, îro danê sibê li navçeya Dibis a parêzgeha Kerkûkê, endamên DAIŞê êrişî artêşa Iraqê kirin. Wî…
Xwandinê bidominê