Yemen
-
Mar- 2024 -12 Mart
Yehya Sarî: Mihemed Elî El-Hûsî di êrîşa Amerîka û Brîtanya de şehîd bû
Yehya Sârî: Bi îzna Xwedê û qedera Xwedê xebera şehadeta Mucahîd birêz Mihemed Elî El-Hûsî di êrîşa hewayî ya Amerîkî-Brîtanî de li Deryaya Sor li bajarê Hudeyda li rojavayê Yemenê hat. Em ê li bal Wî vegerin, duayên we ji bo lêborînê ne.
Xwandinê bidominê -
7 Mart
Îtiraf ji Amerîkayê: Di encama lêdana keştiya “M/V True Confidence” de 3 mirî, herî kêm 4 birîndar û ziyaneke mezin rû da
Artêşa îşxalker a Amerîkayê qebûl dike ku keştiya “M/V True Confidence” di encama hedefgirtina mûşeka balistîk a dijî keştiyê ya ji Yemenê hat avêtin de zirareke mezin dîtiye û ekîbên wê keştiyê terikandine. Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê: Di encama lêdana mûşekê de 3 mirî, herî kêm 4 birîndar û ziyaneke mezin rû da.
Xwandinê bidominê -
6 Mart
Artêşa Yemenê 2 keştiyên keşfê yên Amerîkayê kirin hedef
Berdevkê Artêşa Niştîmanî ya Yemenê ragihand ku şeva Sêşemê 2 keşeyên keşfê yên Amerîkî li Deryaya Sor hatine armanckirin. Yehya Serî di daxuyanîya ku da de destnîşan kir: “Li hember êrîşên Amerîka û Îngîlîstanê yên li Yemenê, artêşa me ya xîretkar ji bo piştgirîya zilma li ser gelê Filistînê li deryaya Sor du keşeyên îmhayê yên Amerîkî hedef girtin.” Serî…
Xwandinê bidominê -
6 Mart
Li Kendava Adenê li keştiya Swîsreyê bi fuzeyan êrîş hat kirin
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku keştiya konteynirê ya Swîsreyê M/V MSC SKY II bi fuzeya balîstîk hatiye hedefgirtin. Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku ji Yemenê ber bi Kendava Adenê ve li keştiya konteynirê ya M/V MSC SKY II ya Swîsreyê ya ala Lîberyayê ya li dijî keştiyê 2 fuzeyên balîstîk hatin avêtin û keştiyê zirar dît…
Xwandinê bidominê -
Şub- 2024 -27 Şubat
Vîdyo- Keştiya brîtanî ya bi navê Rubimar piştî ku ji aliyê hêzên çekdar ên Yemenê ve hat hedefgirtin, li Kendava Adenê binav bû
Hêzên çekdar ên Yemenê roja 18`ê Reşemiyê keştiya “Rubimar”ê kirin armanc û ziyaneke mezin gihandin gemiya Brîtanî û bû sedema binavbûna wê. Ava kendavê ket hundirê keştiya Brîtanî “Rubimmar”, ku dest bi binavbûnê kir û taybetmendiyên wê di nav avê de winda bûn. Roja Duşemî 19ê Reşemiyê, Hêzên Çekdar ên Yemenê ragihand ku wan gemiyeke Brîtanî li Kendava Adenê bi…
Xwandinê bidominê -
27 Şubat
-
25 Şubat
Yemen: Hêzên çekdar li Kendava Aden û Behra Sor li dijî keştiyên Amerîkî operasyonên bi kalîte pêk tînin
Hêzên çekdar ên Yemenê ji bo hevgirtina bi Xezzeyê re û li hember êrişên Emerîka-Brîtanî li dijî Yemenê, operasiyonên leşkerî yên bi kalîte pêk anîn û hejmarek gemiyên amerîkî li Kendava Aden û Deryaya Sor kirin armanc. Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê, lîwa Yehya Serî îro Yekşemê, pêkanîna operasiyoneke leşkerî ya bi kalîte bo ser keştiya niftê ya Amerîkî “TORM…
Xwandinê bidominê -
25 Şubat
Di bin dirûşma “Rêya me ya bi Xezeyê re… ber bi serkeftinê ve” li meydanên Yemenê xwepêşandanên girseyî
Di hefteya bîstemîn de, bi sed hezaran yemenî li xwenîşandanên ku li parêzgehên cûrbecûr belav bûn, ji bo hevgirtina bi gelê Filistînê û piştgirî ji operasiyonên hêzên çekdar ên Yemenê beşdar bûn.
Xwandinê bidominê -
22 Şubat
Bin Hebtûr: Bab el-Mendab bi giştî Yemenê ye
Serokwezîrê Sanayê Ebdulezîz Bin Hebtûr, armanca qanûnî, objektîf û exlaqî ya xebata hêzên çekdar ên Yemenê li Bab El-Mendab piştrast dike û destnîşan kir ku wan ji vê armancê dest bi helwesta xwe ya berxwedanê kirine. Serokwezîrê Senayê Ebdulezîz Bin Hebtûr destnîşan kir ku “Yemen îro aktorekî sereke ye” û Yemenî li ser axa xwe amade ne û mafê xwe…
Xwandinê bidominê -
21 Şubat
Roja Çarşemê danê sibê, firokeyên şerker ên Amerîkî-Brîtanî 4 êrîş birin ser deverên El-Cebana û El-Erc li parêzgeha Hudeyde
Peyamnêrê Al-Alamê ragihand ku êrişên Amerîkî-Brîtanî bi du êrişan devera El-Cebana li bajêr kirin armanc. Wî diyar kir ku êrişên Amerîkî-Brîtanî bi du êrîşan devera El-Erc li bakurê rojavayê bajarê Hudeyde kirin armanc. Êrîşên Amerîkî-Brîtanî, duh Duşemê, di êrîşekê de, çandinîya Serdûd li devera El-Kedan ya Navçeya El-Dahî kirin armanc.
Xwandinê bidominê