Efrîqa
-
Nis- 2019 -27 Nisan
Miftiyê Lîbyayê: Tu derek ji cîhanê ji gendeliya siûdiyan ewleh nîne
Miftiyê Lîbyayê bal kişand ser vê yekê ku Tu derek ji cîhanê ji gendeliya siûdiyan ewleh nîne û ji xelkê welatê xwe xwest ku di rewşa niha de bona ku piştgiriyê nedin vê rejîmê, bila ji carkê zêdetir neçin hec û umreyê. Li gorî rapora malpera Xelîc Online, El-Sadiq El-Qeryanî li vîdyoyekê ku çalakên siyasî ew îro di twîterê de …
Xwandinê bidominê -
27 Nisan
Ciwanên ji Sûdanê bi resmên dîwaran qala şoreşê dikin
Li Sûdanê piştî 30 salan bi tevgera gel va rêveberiya Omer Beşîr ji text hat daxistin, aktorên ciwan ên tevgera gel a 4 meh in dewam dike bi resmên li ser dîwaran xêz dikin va qala şoreşê û qezencên xwe dikin Li ser dîwarê goristana nêzî baregeha eskerî ya lê xwepêşandan tên kirin van rojan resim tên xêzkirin. Ciwanên beşdarî…
Xwandinê bidominê -
27 Nisan
Li Sirî Lankayê pevçûn: 6 jê zarok 15 kes hatin kuştin
Li Srî Lankayê polêsan avêtin ser malekê û di pevçûnê da 15 kes hatin kuştin. Berdevkê Polêsan Ruwan Gunasekara got ku wan li ser îxbara ku milîtan xwe li malekê vedişêrin operasyon daye destpêkirin. Gunasekara got di operasyonê da pevçûn derket û jê 6 zarok bi tevahî 15 kes hatin kuştin û 3 şikbar jî birîndar bûn. Gunasekara got ku…
Xwandinê bidominê -
26 Nisan
Wezîrê parastinê û serokê polîsê Srîlankayê ji kar hatin dûrxistin
Koşka Serokomariyê ya Srîlankayê ragihand ku ser fermana serokomarê vî welatî Maithripala Sirisena wezîrê parastinê Ruwan Wijewardene û serokê polîsê Srîlankayê ji ber ku servîsên wan ên ewlehî û îstixbaratê nikarîne pêşiya teqînên terorîstî li Kolomboyê ku bûn sedema mirina zêde ji 360 kesan û birîndarbûna zêde ji 500 kesên din, bigire, ji kar hatine derxistin û bi zûtî wê cîgirên…
Xwandinê bidominê -
26 Nisan
3 endamên Konseya Eskerî ya Berwext a Sûdanê îstifa kirin
Hat ragihandin ku 3 endamên Konseya Eskerî ya Berwext a Sûdanê yên ku wekî kesayetên girîng ên rejima serokê têkçûyî Omer el-Beşîr tên qebûlkirin, îstifa kirin. Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Konseyê, hersê general Omer Zeynelebidîn, Celaledîn eş-Şêx û Babekir et-Teyîb ji endametiya Konseyê îstifa kirin. Herwiha hat diyarkirin ku îstifa li ber nirxandinê ne. Satî el-Hecê endamê hêzên ku…
Xwandinê bidominê -
26 Nisan
Hejmara kesên di êrîşên terorê yên li Srî Lankayê da mirine hatin rojanekirin
Li Srî Lankayê hejmara kesên di êrîşên terorê yên li otel û dêran hatin kirin da mirin hat rojanekirin. Hejmara miriyan a ku wek 359 hatibû dayîn, wek 253 hat sererastkirin. Wezareta Tenduristiyê daxuyand di hesabkirina hejmara miriyan da şaşî hatiye kirin û hejmara miriyan 253 ye. Rayedaran daxuyand terorîstê ku wisa tê texmînkirin serokê êrîşkaran bû jî li paytext…
Xwandinê bidominê -
25 Nisan
Alaa Salah: Şoreşa me dewam dike
Ew jina Sudanî Alaa Salah ku bûye sembola serhildanên girseyî yên nerazîbûnê, îro Çarşemê 24.04. 2019an got ku şoreşa wan hîn neqedîye û divê hemî rejîma zordar û kujer bi tevahî were jêbirin. Salah di hevpeyvîneke taybet de ji Reutersê re got ku gêrkirina serokê berê Omer Beşîr ne bes e û divê hemî paşmayîyên rejîma wî ya zordar ji…
Xwandinê bidominê -
25 Nisan
Li Bangladeşê 2 bersûcên kal bi îdamê hatin cezakirin
Li Bangladeşê 2 bersûcên kal ên ku di sala 1971î da dema şerê serxwebûnê ya ji Pakisanê xilasbûnê da hin sûc kirine, bi îdamê hatin cezakirin. Mehkemeya Navneteweyî ya Bangladeşê ji ber sûcên kuştin, komkujî, îşkence, revandina mirovan û talanê cezayê îdamê da Sohrab Fakir (88) û Hidayet Ullah (80). Fakir hate mehkemeyê, lê hat ragihandin Ullah qaçax e. Mehkemeyê…
Xwandinê bidominê -
24 Nisan
Hat diyarkirin ku, li Libyayê 32 hezar sivîlî cih û warê xwe terikand
Berdevkê Komîseriya Bilind a Penaberan a NYyê Babar Baloch jî diyar kir ku li deverên ku pevçûn lê diqewimin, ji 4ê nîsanê vir va 32 hezar sivîl ji cih û warên xwe derketin. Baloch diyar kir ku ji ber pevçûnên li başûrê Trablusê, ewlekariya sivîlên herêmê di xetereyê da ye û wiha dewam kir, “Bêyî em cudakariyê bikin, em ji…
Xwandinê bidominê -
24 Nisan
Di pevçûnên li Libyayê da hejmara kuştiyan derket 264an
Rêxistina Tenduristiyê ya Cihanê (WHO) ragihand ku hejmara kesên ku di pevçûnên li paytextê Libyayê Trablusê û dewrûberê da hatin kuştin, derket 264an. Berdevkê WHOyê Tarik Jasareviç di civîna çapemeniyê ya li Ofîsa Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) da ragihand, di pevçûnên ku piştî fermana êrîşê ya di 4ê nîsanê da ya serokê hêzên eskerî yên li rojhilatê Libyayê General…
Xwandinê bidominê