Herêma Kurdistana Iraqê, 1400 endamên DAIŞ`ê radestî hikûmeta navendî ya vî welatî kirin

Herêma Kurdistana Iraqê, 1400 endamên DAIŞ`ê radestî hikûmeta navendî ya vî welatî kirin da ku pêvajoya jêpirsî û mehkemekirina wan were şopandin.
Li gorî rapora Fars News`ê, Dîndar Zêbarî, hewahengkirê karûbarên navneteweyî li Herêma Kurdistana Iraqê raghand: Ev pêngava yekim qonaxa radestkirina du hezar û 400 terorîstên DAIŞ`ê bo dewleta navendî ya Iraqê li çarçoveya hewahengiya navbera Bexda û Hewlêrê ye.
Hin çavkaniyan hejmara DAIŞyên hêsîrbûyî li Kurdistan Iraqê heya 5 hezar kesan radighîne.
Bi işkestên berdewam ên DAIŞ`ê li bereyên curbicure Iraqê û lawazbûna vê koma terorîstî li sala 2017`an , hejmareke zêde ji terorîstan xwe gîhandin meqera hêzên pêşmerge li nêzîkî parêzgeha Neynewayê li bakurê Iraqê û xwe teslîm kirin.