EwropaNûçeRojhilatanavin

Nûçen şandina hêzên Brîtanyayê bo Kendava Farsê derewê

Wezareta Berevanîyê ya Brîtanyayê, nûçeya şandina 100 Komandoyên Artêşa vî welatî bo Kendava Farsê derew zan.

Ligorî rapora Rojnama Al Sharq Al Awsatê, Wezareta Berevanîyê ya Brîtanyayê di daxûyanîyekê de ragihand ku nûçeya şandina 100 hêzên Komando yên vî welatî bo Kendava Farsê ne rast e û tenê biryar e ku 30 hêzên Deryayî yên Artêşa Paşatîya Brîtanyayê di çarçova meşqa asayî ya jipêşve-plankirî da ber bi Kendava Farsê va bên şandinê.

Ligorî wê daxûyanîyê, diqewime di civîna Kobrayê (civîna awarte ya rayedarên ewlehî û sîyasî yên Brîtanyayê jibo hilkolandina gêreya li herêmê ) da hin şîret jibo guhertina erka wan hêzana jibo piştgirîya ji berjewendîyên Brîtanyayê bên kirinê.

Rojnama Sunday Times`ê duh ragihand ku London bi dû êrişa ser du gemîyên nifthilgir li Deryaya Ummanê, 100 hêzên leşkerî dê jibo parastina gemîyên leşkerî û ticarî yên xwe bişîne baregeha vî welatî ya li Behrêyên.

Başa dön tuşu