FilistînMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Nûciwanekî filistînî roja îniyê bi derba gulla leşkerên Rejîma Siyonsît li kêleka rojava ya çemê Urdinê şehîd bû

Li gorî rapora IRNA`yê, Wezareta Tendrustiyê ya Filistînê li daxûyaniyekê raghand: Ebdullah Qêys nûciwanê 16 salî yê filistînî ku dixwest bo nimêja dawîn  îniya meha pîroz a Remezanê xwe bighîne mizgevtaEqsayê li nêzîkî Beyt Lhmê ket ber gulla eskerên  siyonîst û şehîd bû.

Ji aliyê din ve bi dehan hezar filistînî îro li halekê xwe ji bo lidarxistian  dawîn nimêja  îniyê ya meha  pîroz a Remezanê û lidarxistina  meşa roja Qudsê gîhandin mizgevta Eqsayê ku rastî tivdîrên  ewlehiyê yên  eskerên siyonîst hat.

Li gorî vê raporê, eskerên  siyonîst hemî derbasgehên  bajarokê kevnar û mizgevta Eqsayê ser nimêjkirên filistînî de girêdane.

Bi sedan eskerên îsraîlî li kolan û çarsiyan bi cih bûn û bi girêdana navça Bab El-Amûdê ewder kirin wek qereqola eskerî.

Îro  li roja cîhanî ya Qudsê, bajarên  curbicur li welatên cîhanê şehedê lidarxistina meşa piştgiriya ji armanca gelê Filistînê û dijberiya li hember plana nasiyar bi danûstandinz  sedsalê ne.

Başa dön tuşu