IraqNûçeRojhilatanavin

Nunerê Ayetulah Sîstanî: Bila dewleta nû ya Iraqê were pêkanînê

Nunerê ayetulah Elî Sîstanî merceyê pilebilind ê şîeyên Iraqê li Kerbelayê ragihand: Delweta nû ya Iraqê divê zûka were pêkanînê.

Li gorî rapora kanala Somerye News`ê, Evdilmehdî Kerbelayî nunerê ayetulah Sîstanî li Kerbelayê îro got: Kêmkirina êşên welatîyan û pêkanîna lezgîn a dewletê, ewlewîyetên niha ne.

Kerbelayî bal kişand ser vîya ku daxwaza me qanûneka hilbijartinê ya dadperwerane û komîsarîyayeke serbixwe ye û got: Planên dewletê divê ibtalkirin an serrastkirina qanûnan bin û serokwezîrê delweta nû divê têkoşîneke bêrawestan li dijî gendelîyê destpê bike.

Başa dön tuşu