IraqNûçeRojhilatanavin

Nunerê Ayetullah Sîstanî: Yên ku DAIŞ`ê işkest dane dikarin çaksaziyên Iraqê bipêşde bibin

Nunerê Ayetullah Sîstanî, merceyê bilind ê şîeyên Iraqê, li xutbeyên nimêja îniyê ya bajarê Kerbelayê got: Kesên ku işkesta DAIŞ`ê dan, dikarin çaksaziyan jî bi pêşde bibin.

 Hucetulîslam Ehmed Safî nunerê merceyeta Iraqê û pêşnimêjê nimêja îniyê ya bajarê Kerbelayê li axiftinekê bal kişand ser duwem salroja işkesta DAIŞ`ê li Iraqê û pêşdebirina pêvajoya reformê dijwartir ji şerê li hember DAIŞ`ê da zanîn.

Wî şerta bingehîn a serketina li vê meydanê pêvajoya bi aşitî ya nrazîbûnan da zanîn û got: Divê hemî çek di kontrola hikûmetê ed bin û Teşkîlata dadweriyê tenha merceyê hilkolandian dosiya kesên tawanbar be ji ber ku aramiya welêt  û parastina aşitiyê maye ser vê pêngavê.

Li van hefteyên dawiyê hin parêzgehên Iraqê ji wan Bexda bûne qada nerizamendiyên xelkê û xwenîşandanên wan li hemberî rewşa xirab a aborî û bê şixuliyê û gendeliyê, lê belê ev xwenîşandan van rojên dawiyê ber bi şidet û pevçûnê çûne ku di encamê de bi dehan kes hatine kuştin û birîndar bûne ku li encamê Adil Ebdulmehdî îstifa kir û Berhem Salih serokkomarê Iraqê piştî îstifaya wî ji aliyê parlemana vî welatî peywirdar bû ku serokwezîrê nû li 15 rojan bide nasandin.

Başa dön tuşu