ÎranNûçeRojhilatanavinZanîstî

Nimandina balefira bêfirokevan a sivik li Îranê

Îranê balefireke bêfirokevan a dûrmenzîl a sivik nimandiye.

Ev balefira bêfirokevan 5  Xezelwerê li duwem roja  heftem dewra  nîşangeha pêşeyên hewayî û fezayî yên Îranê li birca Mîlada Têhranê hat nimandin.

Hamid Seîdî, sekreterê karkoma balefira bêfirokevan a pêşeyên hewayî û fezayê yên Îranê li gotûbêja bi IRNA÷yê re got: Îsal jî li vê nîşangehê mîna salên buhurî nimandina  berhemên pêşketî li warê  balefirên  bêfirokevan li kêleka  berhemên din ên warên hewayî hatine berçavgirtin.

Wî got: Li vê nîşangehê balefira  dûrmenzîl a sivik tê nimandinê. Ev balefira  kêmtir ji 20 kg  giraniya wê ye û dikare 15 sietan bifire.

Seîdî bal kişand ser vê yekê ku  ev balefira  bi beşdariya 20 şîrketên zanistî hatiye dîzaynkirin û çêkirin û got: Vê balefirê geştên  zav li esmanê derya û avên  welatan û  erdê cih anîne.

Wî got: Balefira dûrmenzîl a sivik jibo ku nêzîkî armancê bibe dikare  ji hezar heya 10 hezar pê bilindahiya  firînê hebe. ji ber vê zirûfê ev ablefira  erkdariyên  curbicur cih aniye ku li  sîstimên  herî pêşketî yên radûkirinê jî nehatiye dîtin û jixwe li sîstimên  radarê weke teyrê nediyar e.

Seîdî got ku  derfirotina  vê balefirê bo welatên cîhanê ji wna bernaman e ku  jibo geşatiya vê teknolojiyê hatiye berçav girtin.

Wî got: Jibo vê balefirê jiber firîna  demdirêj û xercên kêm  û veguhestinê, erkdariyên sivîl ji wan  nexşegirtin, fîlmgirtin û weênegirtinê hatine  berçavgirtin.  (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu