ÎranNûçeRojhilatanavin

Nûnerê Îranê li OPECê: Erebistanê şiyanan zêdekirina 2 miliyon bermîl di rojê da li berhemanîna xwe tune

Nûnerê Komara Îslamî ya Îranê li Rêxistina Welatên Bifiroşê Petrolê (OPEC) Sêşemiyê bi şev wek berteka li hemberî daxwaza Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê ji Selman Bin Evdilezîz, paşayê Erebistanê, ji bo zêdekirijna berhemanîna nifta vî welatî bi qasî du miliyon bermîlî di rojê da, got: Riyazê şiyaneka visa tune.

Li gorî rapora IRNAyê, Nûnerê Komara Îslamî ya Îranê li Rêxistina Welatên Bifiroşê Petrolê (OPEC), Hesen Kazimpûr Erdebîlî her wiha: Helbet heke jî Erebistan karekî visa bike, ev kar bi wateya fermana derxistina vî welatî ji OPECê ye.

Nûnerê Komara Îslamî ya Îranê li Rêxistina Welatên Bifiroşê Petrolê (OPEC) got: 15 endamên OPECê roja 22ê Hezîrana 2018an li sed û heftî û çaremîn civîna vê saziyê li Viyenê biruyar dan ku lihevkirina xw eya berê derbarê kêmkirina rojê miliyonek û 200 hezar bermîl niftê û gihandina asta berhemanînê bo 32 miliyon û 500 hezar bermîlî biparêzin û tenê ji qasa kêmkirina berhemanêîna xwe zêde ji asta soza xwe kêm bikin û sozdariya xwe bo asta jorîn a berhemanînê bigihînin sedî 100ê.

Trumpê serokomarê Amerîkayê beyaniya Şemiyê bi Twittekê nivîsî ku paşayê Erebistanê daxwaza wî ya zêdekirina berhemanîna nifta vî welatî bi qasî du miliyon bermîlî di rojê da pejirandiye.

Serokomarê Amerîkayê îdia kir ku ev daxwaz bi armanca cubrankirina kêmbûna berhemanîna nifta Îran û Vinêzoêlayê pêk hatiye.

Amerîkayê piştî derketina ji Lihevkirina Atomî ya digel Îranê ji hevpeymanên xwe xwestiye ku wek beşek ji boykotên aborî dijî Têhranê, kirrîna niftlê ji Îranê bigihînin asta sifir.

Wezîrê niftê yê Komara Îslamî ya Îranê roja 19ê Hezîranê li Viyenê tevî pêgiriya li ser vê yekê ku OPEC ji Trump fermanê wernagire, got: nabe ku nift wek çek û amûreka siyasî dijî welatên din were bikaranîn.

Bîjen Zengene destnîşan kir: Her biryara li OPECê, hewcetî bi hevhelwêstiya endaman heye.

Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê roja 8ê Gulana 2018an bi dubarekirina tawanên bêbingeh li dijî Îranê, derketin waşîngtonê ji Lihevkirina Atomî  û vegeriyana boykotên navokî di heyama ji sê heta şeş mehên tê da ragihand.

Ev karê Trump tûşî bertek û şermezarkirina berfireh a navxweyî û navneteweyî bû.

Başa dön tuşu