CîhanNûçeRojhilatanavinSûriye

Nûnerê NY û Welîd Muelim civîyan

Nûnerê taybet ê Sêkrêtirê giştî yê NY li warê Sûriyê roja Çarşemiyê piştî hevdîtina bi Welîd Muelim, Wezîrê karên derve yê Sûriyê li Şamê ragihand ku Komîteya Qanûna Bingehîn a Sûriyê bi zûtirkê dê were damezirandin.

Giyêr Pêdêrsên (Gier Pedersen) damezirandina Komîteya Qanûna Bingehîn a Sûriyê bi wateya destpêkek jibo rêkara giştalî ya siyasî li Sûriyê da zanîn.

Nûnerê taybet ê Sêkrêtirê giştî yê NY li warê Sûriyê her wiha gotûbêja bi Welîd Muelm re kêrhatî da zanîn.

Başa dön tuşu