NûçeRojhilatanavinSûriye

Nunerê Sûrîyê: Beşdarnebûna dijberan, berpirsyariya Tirkiyê ye

Serokê desteya hikûmeta Sûriyê ya pişkdar li civînên Astanayê yên ji bo çareseriya Sûriyê Beşar Caferî diyar kir ku beşdarnebûna dijberên Sûriyê di civînên Astane-3`yê de, berpirsyariya Tirkiyê ye ku dewleta garantor e. Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî got ku hewl didin fêm bikin bê çima dijberên çekdar beşdarî vê qonaxa civînên Astanayê nebûne.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Sputnikê, Muhammed Elûş ku yek ji pêşengên koma têrorîst a Ceyşul Îslamê ye di hesabê xwe yê medyaya civakî ya Twitterê de ragihandibû ku wê dijberên çekdar tevlî civînên Astanayê nebin û got: “Bi daxuyaniya xwe ku em tevlî hevdîtinan nabin ji hemû dinyayê re eşkere dikin ku Rûsya tenê li ser çapameniyê daxwaza çareseriyê li Sûriyeyê dikin. Heke Rûsya çareseriyê bixwaze divê politikaya xwe biguherîne.”

Bişar Ceiferî serokê heyeta hikûmeta Şamê li civînên Astanê herwiha diyar kir ku civîna wan bi heyeta rûsî re bi awayekî avaker derbas bû.

Dîplomatê sûrî diyar kir ku bi nûnerên rûs re li bara rojevê axivîne û berêvarî dê civîneke din bi aliyê rûsî re li dar xînin.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got ku hewl didin fêm bikin bê çima dijberên çekdar beşdarî vê qonaxa civînên Astanayê nebûne. Lavrov destnîşan kir ku bi hevkarê xwe yê tirk Mevlut Çavuşoglu re li ser vê mijarê axivîne û Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî rasterast bi fermandarên dijberan re civiyaye.

Îro qonaxa sisiyan a civînên Astanayê ji bo çareseriya qeyrana Sûriyê ya bi garantoriya Rûsya, Tirkiye û Îranê hat lidarxistin, civîn di navbera navbera heyeta NY`yê û ya Rûsyayê dest pê bibû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu