AsyaÎranNûçeRojhilatanavin

Nûnerê taybet ê serokkomarê Îranê seredana Tirkiyê kir

Wezîrê peywendî û ÎT`ya îranê ky Nûnerê taybet ê serokkomarê Îranê li karûbarên Tirkiyê ye, îro sibê hevrê digel taximekî derecebilind bona gotûbêja tev karbidestên Tirkiyê li bara berfireh kirina hevkariyên tecarî û abûrî seredana vî welatî kir.

Li gor rapora IRIB News`ê, Mehmûd Waizî wezîrê peywendî û ÎT`ya îranê ky Nûnerê taybet ê serokkomarê Îranê li karûbarên Tirkiyê ye, îro sibê hevrê digel taximekî derecebilind bona gotûbêja tev karbidestên Tirkiyê li bara berfireh kirina hevkariyên tecarî û abûrî seredana vî welatî kir û li vê seferê karbidestin ji wezaretxanên nift, senet û meden, rê û bajarçêkirinê û banka netewî ya Îranê digel Waizî seredana Enqerê kirin.

Waizî li ewil gotûbêjên xwe qirare tev Nîhad Zîpekçî wezîrê abûra Tirkiyê û serokê tirk li komîsiyona hevpar a hevkariyên abûrî di navbera Têhran û Enqerê gotûbêjê bike.

Hedefa karbidestên Îran û Tirkiyê evaye ku danûistandinên tecarî yên navbera du welatan bigehînin 30 milyard dolaran li van çend salane.

Niha danûistandinên tecarî yên navbera Îran û Tirkiyê 15 milyard dolar e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu