IraqNûçeRojhilatanavin

Nûrî Malikî: Destkewtên hêzên iraqî deyndarê fetwaya merceyetê ye

Serokê hevalbendiya Dewleta Qanûnê ya Iraqê tewsiye û şîretên ayetullah Sîstanî merceyê bilindqedr ê Iraqê jibo parastina hêzên Heşda Şebî pesinand.

 Li gorî rapora roja yekşemiyê ya Mêhr Newsê, û ji zarê kanala Someriye Newsê, Nûrî Malikî, serokê hevalbendiya  Dewleta Qanûnê, şemiyê şevê li hevdîtina tev şêx Îshaq El-Feyaz ji merceyên  teqlîdê li Necefê destnîşan kir: Destkewt û serketinên  ku hêzên iraqî li şerê li hember terorîzmê bi dest xistin, deyndarê fetwaya  cîhada kefayî ya  ayetullah Sîstanî li avakirina  Heşda Şebî ye.

Nûrî Malikî her wiha  ji tewsiye û şîreta ayetullha Sîstanî derheq  înhisara çek û sîlehan  taybetî di destê dewletê, sipasî kir.

Piştî êrişa  DAIŞê ser Iraqê û sernixûnbûna  Mûsilê li sala 2014`an , ayetullah Sîstanî bi raghandina  fetwaya  cîhada kefayî, ji welatiyên  iraqî xwest ku  jibo parastina  welêt bi alîkariya  hêzên çekdar ên vî welatî hewl bidin. Ev fetwaa bû sedema  avakirina  hêzên Heşda Şebî yên Iraqê ku niha  bin çavdêriya  Heyder Ebadî fermandê giştî yê Hêzên Çekdar ên  Iraqê xebatê dike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu