IraqNûçeRojhilatanavin

NY: Di meha Gulanê da 850 kes li Iraqê hatin kuştinê

Di encama êriş û şîdetên têrorîstî di meha Gulana sala 2016`an da, nêzî 850 kes li Iraqê hatin kuştinê.

Li gorî rapora malpera Someriye News`ê, Komîteya Hawargîhaniya NY li Iraqê (UNAMI) ragihand ku di encama şîdet û êrişên têrorîstî yên meha Gulanê li Iraqê da, herîkêm 846 hatin kutinê û hezar û 459 kes jî birîndar bûn ku 468 kuştî sivîl bûn.

Li gorî vê raporê, hejmara kuştî û birîndarên êrişên têrorîstî yên meha Gulanê li Iraqê anegorî meha Nîsanê, 741 kuştî û hezar û 374 birîndarî zêde bûye.

Di vî halî da Yan Kobîş şandiyê taybet ê NU li Iraqê ji ber dijwarbûna pevçûn û êrişên li Iraqê heyf û mixabiniya xwe nîşan da û pêşbînî kir ku li gorî zêdebûna pevçûnên li parêzgeha Enbarê li rojavaya vî welatî, hejmara kuştî û birîndaran di rojên pêş da zêde bibe (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu